Nexweşa nikare dermanê xwe bikire: Ma ez bimirim? 2020-04-03 09:24:59 STENBOL – Şenay Gungormuş a pençeşêr lê peuda bûye û nikare dermanên xwe bistîne, got: "Ka çi bikim, ma ez bimirim? Nexweşîn li her derê bedena min belav bûye. Wextê min jî pir nemaye."  Şenay Gungormuş (28) a dersimî ku li Stenbolê dijî, 2 sal in bi pençşêra çerman ketiye. Mehek berê derman stendine, lê belê ev derman bandorek neyînî lê kiriye ku ji ber van dermanan nexweşîn li canê wê giş belav bûye. Bijîşk jî jê re gotine gere OPDÎVO'yê bi kar bîne. Lê belê SGK jî heqê van dermanan nade.    Gungormuş li Bagcilarê li Nexweşxaneya Megha Medîpolê tedawî dibe. Gungormuşê anî ziman ku 2 sal in nexweş e û piştî dermanê bi kar aniye bandoreke neyînî lê kiriye nexweşîn li canê wê belav bûye û ji ber vê hindik maye çavê wê yê rastê kor bibe.    BI 35 HEZARA YE    Gungormuş, got: "Niha tedawî dibim. Divê ez dermana bi navê OPDÎVO bi kar bînim. Dewlet heqê vê dermanê nade. Roja ewil ji mecbûrî min nîv kura vê dermanê bi 16 hezar û 500 TL'yî stend. Sibê divê dîsa nîv kurî bikirim. Divê 15 rojan carekê bi kar bînim. Paşê divê mehê carekê kureke rast bi kar bînim. Fiyetê wê jî 35 hezar e. Lê dewlet heqê wê nade."    ‘MA EZ BIMIRIM?'    Gungormuş, bertek nîşanî guhnedêriya rayedaran kir û got: "Ka çi bikim, ma ez bimirim? Nexweşîn li her derê bedena min belav bûye. Wextê min jî pir nemaye. Nikarim hem perê nexweşxaneya taybet hem jî perê dermanan bidim. Rewşa min a aborî nebaş e. Hê deste li ser heqê vê dermanên nîqaşan dike. Ne diyar e wê kengî biryarê bidin."    Gungormuş, destnîşan kir ku bijîşkan jê re gotiye teqez divê vê dermanê bi kar bîne û got: "Dibêjin, heger bi kar neynî tu yê bimirî. Nexweşîn li canê min belav bûye. Ji bo pêşî lê bê girtin derman şert e."