Karkerên înşeatan nikarin biçin bajarên xwe 2020-04-03 09:25:19 STENBOL - Ji ber kû çûnhatina nav bajaran hatiye qedexekirine, bi sedan karkerên înşeatan ên li Stenbolê dixebitin nikarin biçin bajarên xwe.  Wezareta Karên Navxweyî ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19), çûnhatin nav bajaran qedexe kir. Ji ber vê qedexeyê bi sedan karkerên înşeatan ên li Stenbolê dixebitin nikarin biçin bajarên xwe.    Karker Hayrettîn Yakanlar, anî ziman ku di 22'yê Adarê de ji kar hatiye derxistin, lê belê nikare biçe bajarê xwe Wanê. Yakanlar, diyar kir ku gava ji kar hatiye derxistin li benda perê xwe maye, loma 3 roj şûnd ebilêt stendiye. Yakanlar, anî ziman ku lê belê ji ber ku wezaretê çûnhatin qedexe kiriye bilêta wî jî betal bûye û ji ber vê nikare biçe Wanê. Yakanlar, destnîşan kir ku li Stenbolê mehsûr maye. Yakanlar, da zanîn ku sê rojan li mala hevalekî xwe maye, lê belê niha ji mecbûrî li otelekê dimîne.    'ÎJAR GAVA PERÊ MIN BIQEDE...'    Yakanlar, diyar kir ku ji bo çûnê çûye walîtiyê, lê belê kesî guh nedaye wî û jê re gotine, "tu zanî, xwazî bi traktorê biçe." Yakanlar, diyar kir ku nediyar e wê ev qedexe heya kengî bidome û got: "Ji bo destûrê divê pêşî bilêtê bistînî. Lê çûnhatina balafiran betal bûne. Di 10-12'ê Nîsanê de bilêt hene. Hê 10-12 roj maye. xizmek min li van dera hebûna min ê îdare bikira. Lê li Stenbolê kesî min tuneye. Gava perêm min jî biqede ez ê li ku bimînim. Dixwazim ev mesele bê helkirin."