'Teşxîs hemû di pergalê de wekî Covîd-19 nayên tomarkirin' 2020-04-03 09:25:51 AMED – Hezerokê Şaxa SES'a Amedê Şiyar Guldîken, ji bo rewşa tenduristkarên ku bi şewba coronayê dikevin û jiyana xwe ji dest didin got, ji ber îhmalkariya rayedaran e. Her wiha Guldîken, derpêş kir ku teşxîs hemû wekî Covîd-19 nayên tomarkirin.  Piştî Prof. Dr. Cemîl Taşçioglû ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest da û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koc jî aşkere kir ku testa 601 xebatkarên tenduristiyê pzîtîf derketiye, talûkeya ku xebatkarên tenduristiyê pê re rû bi rû ne derket holê.    Heverokê Şaxa Sendîkaya Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê Şiyar Guldîken, ji bo rewşa tenduristkarên ku bi şewba coronayê dikevin û jiyana xwe ji dest didin got, ji ber îhmalkariya rayedaran e. Her wiha Guldîken, derpêş kir ku teşxîs hemû wekî Covîd-19 nayên tomarkirin.    Guldîken, destnîşan kir ku banga "di mal de bimîne" ya hikûmetê nikare pirsgirêkê çareser bike û got: "Em bi kîjan rayedaran re hevdîtinê çêdikin, dibêje di warê ekîpmanê de pirsgirêk hene, loma amûrên heyî jî bi kontrol belav dikin. Lê xebatkar jî berovajî vê dibêjin. Ev ne tişteke teserifê ye. Duh Wezîrê Tenduristiyê di weşana zindî de got, 'Kî nikaribe ekîpmanê peyda bike bira xwe bigihîne me.' Ev jî nîşan de dide ku liq adê pirsgirêk hene. Hê jî şert û mercên xebatê nehatine başkirin."    ‘ÎHMALKARIYA RAYEDARAN'    Guldîken, anî ziman ku sedema xebatkarên tenduristiyê bi vê şewbê dikevin û şiyana xwe ji dest didin, îhmalkariya rayedaran e û got, çepiklêdan sirf ji bo sergirtina kêmasiyan e.    TENDURISTKARÊN HATINE ÎXRACKIRIN   Guldîken, bal kişand ser rewşa 15 hezar xebatkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin û got: "Pêdiviya cîhanê bi tenduristkaran heye û ji bo vê bang dikin, lê belê hê jî hikûmet bi refleksên siyasî tev digere. Wê pêdivî bi xebatkarên tenduristiyê hebe. Mixabin ji dîmena heyî wisa xuya dike. Demildest divê ên hatine îxrackirin vegerin ser karên xwe. Divê kêmasiya di warê ekîpmanê de jî bê temamkirin. Heger ekîpman baş be wê xebatkarên tenduristiyê xwe rihet hîs bikin."    Her wiha Guldîken anî ziman ku ji ber ambargoya li ser kedkarên tenduristiyê, kedkar nikarin agahiyên baş wergirin û got: "Hejmar tam nayên zanîn. Lê li bajêr zêdetir, 30 weqa hene û ji 150 zêdetir jî kes tên tedawîkirin û 6 kes jî jiyana xwe ji dest dane. Em b ev qasî dizanin. Ji ber ku teşxîs hemû wekî Covîd-19 derbasî pergalê nayên kirin ev hejmar tam ne zelal in."