Li Amedê hejmara kesên testa wan a Covîd-19 pozîtîf derket zêde bûn 2020-04-03 11:48:04 AMED - Hat hîn bûn ku li Amedê testa vîrûsê ya 59 kesan pozîtîf derketiye û bi giştî 140 kes ji ber şewba vîrûsa coronayê li nexweşxaneyan tên dermankirin. Li nexweşxaneyan heya niha kêmasiya ekîpmanên parastinê pir zêde ye.   Li Amedê hejmara kesên ji ber şewba vîrûsa korona (Covîd-19) li nexweşxaneyan tên dermankirin, her roja diçe zêdetir dibe. Li bajêr heya niha testa 59 kesan pozîtîf derketiye û bi giştî 140 kes ji ber şewbê tên dermankirin. Hat diyar kirin ku tenemê nexweşên ji ber şewba Kovîd-19 tên dermankirin, di navbera 16 û 91 salî de tê guhertin. Dîsa bi 2 kesên testa wan pozîtîf derketin re bi giştî 38 kes ji nexweşxaneyan hatin derxistin.   Hat destnîşan kirin ku li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, roja Şemiyê hejmara testên di laboratuarê de hatin kirin û hejmara testên pozîtîk weke hevin. Hat diyar kirin ku hejmara nexweşên testên wan ên klinik û radyolojik pozîtîf derketin, ji hejmara nexweşên testên wan pozîtîf derketin zedetire.    EKÎPMAN KÊMIN   Hat ragihandin ku li Farqînê jî jineke ducanî ya testa wê pozîtîf derket, li malê xistin bin karantînayê. Hat dest nîşan kirin ku li bajêr heya niha jî ekîpmanên parastinê pir kêmên û xebatkarên tenduristiyê neçarin ku bi kêm ekîpman bixebitin.     Li bajêr heya niha 4 kesan ji ber vîrûsa korona Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dane û kesekê jî bi gumana bi şewbê ketiye, jiyana xwe ji dest daye. Bi giştî li bajêr 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.