Ege TUHAY-DER: Li kawîşan 20 girtî dimînin 2020-04-03 12:26:43 ÎZMÎR - Hevserokên Ege TUHAY-DER'ê diyar kir ku li girtîgehên herêma Egeyê tedbîrên li dijî şewbê nayên girtin û gelek kes li kawîşan dimînin. Hevserokan xwest di serî de girtiyên nexweş hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan.  Bi guhertina pakêta darazê ya 3’emîn, rê li pêş berdana 100 hezar girtiyên edlî hat vekirin. Lê heta niha ji bo girtiyên siyasî tiştek nehatiye kirin. Bertekên malbatên girtiyên siyasî yên li dijî pakêta darazê zêde dibin. Hevserokên Komeleya Piştevanî û Şewirmendiya Malbatên Girtiyan a Ege (Ege TUHAY-DER) Ahmet Ertaş û Fevziye Polat, bi minasebeta şewba vîrûsa corona rewşa  girtîgehan nirxandin. Hevserokan xwestin hemû girtiyên nexweş û siyasî serbest bêne berdan.    Hevserokê Ege TUHAY-DER'ê Ahmet Ertaş, diyar kir uk pakêta 3’emîn a darazê girtiyên siyasî naxe nava xwe û wiha got: "Divê îqtîdar dest ji helwesta xwe ya li dijî girtiyên siyasî ya li dijî hiqûq û sincî berde. Li gelek welatan ji ber şewba vîrûsê girtiyên edlî û siyasî têne berdan. Ger ku pakêtek înfazê bê amadekirin divê di serî de girtiyên siyasî û hemû girtiyan têxe nava xwe. Niha hikûmet armanc dike ku bi vê pakêta darazê kesên sûcê tacîz tecawizê kirien, kesên dizî kirine û kujeran serbest berde. Divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Girtî li malbatan digerin. Diyar dikin ku malzemeyê paqijiyê nain wan. Diyar dikin ku nikarin xwe bigînin lepik, maske û amûrên parastinê. Dema van malzemeyên parastinê difroşin jî bi buhayekî pir zêde difiroşin."   NÊZÎ 300 GIRTIYÊN NEXWEŞ LI EGE HENE   Ertaş, anî ziman ku ew dixwazin di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan û wiha axivî: "li herêma Egeyê nêzî 300 girtiyên nexweş hene. Divê hemû girtiyên nexweş û girtiyên siyasî serbest bêne berdan."   'LI GIRTÎGEHAN TEDBÎR NAYÊN GIRTIN'   Hevseroka Ege TUHAY-DER'ê Fevziye Polat jî anî ziman ku li girtîgehan ji bo parastina girtiyan a li dijî vîrûsê tedbîr nayên girtin. Polat, da zanîn ku girtî li dijî vîrûsa corona terkî qedera wan hatine kirin û ew vê yekê qebûl nakin. Polat, anî ziman ku ger vîrûs li girtîgehan belav bibe dê êdî îtîbara Tirkiye di nava welatê cîhanê de nemîne û got: "Em alîgirê jiyana mirovan in. Niha li girtîgehên herêma Egeyê di her kawîşekê de 20 girtî dimînin. Girtî li dijî şewbê nikarin li ber xwe bidin. Girityên bi tena serê xwe nikarin bijîn hene."