Odeya Tabîban a Îzmîrê: Divê hekîm li cihê kal baldar bin 2020-04-03 14:11:59 ÎZMÎR - Komîsyona Tenduristiya Cihê kar û Cihê Kar ê Hekîman a Odeya Tabîban a Îzmirê, diyar kir ku hekîmê cihê kar Dr. Muharrem Îdîz ji ber vîrûsa corona (Covît-19) jiyana xwe ji dest daye û xwest hemû hekîm li cihê kar bi baldarî tev bigerin.  Komîsyona Tenduristiya Cihê kar û Cihê Kar ê Hekîman a Odeya Tabîban a Îzmirê, daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku  Hekîmê Cihê Kar Dr. Muharrem Îdîz ji ber şewba vîrûsa corona (Covît-19) jiyana xwe ji dest daye. Komîsyona  Odeya Tabîban a Îzmirê xwest hekû hekîmên cihê kar, li ewlehiya xwe baldar bin. Odeyê diyar kir ku Îdîz yekem bijîşkê ku wekî Hekîmê Cihê Kar jiyana xwe ji dest dide û wiha got: "Herî zêde xizmetkarên tenduristiyê di bin rîska Covît-19 de ne.  Divê hemû hekîm li cihê kar li tenduristî û ewlehiya xwe baldar bin. Komîsyonê da zanînku li cihê kar ê zanîn û hişmendiya "Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar" tune be li dijî vîrûsa corona hasas nêzîk nabin û wiha got: “Tenduristiya kar, bi qasî xebatkaran ji rîskên fîzîkî, kîmyewî, derûnî û aborî biparêze, ew qas jî divê ji rîskên biyoljîk jî biparêze. Di vê mijarê de hasasiyeta dewletê tune ye. Zagonên tekîldarî "Tenduristiya kar û Ewlehiya Kar" her dem taloq dikin û hêj nexistine meriyetê."    Komîsyona Odeyê da zanîn ku li Îzmirê bi qasî hezar hekîmên Cihê Kar hene û wiha got: "Heta niha gele hekîmên cihên kar hêj neçûne malên xwe û li cihê kar li ser kar in. Her çend li cihên girtî tedbîr bêne girtin jî jiyana xebatê berdewam dike. Heta niha gelek şîrketan tedbîr negirtine. Dîsa bi qasî tê xwestin dezenfeksiyon nekirne. Erka esil a Hekîmê Cihê Kar, divê qadê hem ji aliyê zanistî û hem jî ji aliyê zagonî ve biparêze.    Divê hekîmên cihên kar jî wekî hekimên din tedbîrên hemû ekipmanên parastinê bigirin. Şertên xebatê yên Revîrên Yekîneyên Tenduristiyê yen Cihê Kar ji bo tenduristiyê ne guncav e. Di aliyê fîzîkî û tenduristiyê de lawaz in. Dîsa ji aliyê malzemeyên parastinê yên maske N-95, tulumê parastinê, solusyoên destan ve kêm in. Li cihên kar, nexweşên kronîk û ducanî xebatên xwe dewam dikin û di bin rîskekî mezin de dijîn. Karkerên li cihê kar dixebitin û bi şewbe dikevin wan dişînin mal. Lê di aliyê îzolasyonê û hevalên wan ên xebatê de gelek pirsgirêk derdikevin. Divê li cihê kar jî testa COVİD 19 bê kirin û tedbîr bêne girtin.