Îdîanameya kuştina Elçî hat qebûlkirin 2020-04-03 14:39:12   AMED - Îdîanameya derbarê kuştina Tahir Elçî de hatibû amedekirin û rastî bertekan hatibû, hat qebûlkirin. Danişîna doza Elçî wê di 21’ê Cotmehê de bê ditin û dadgehê xwest ku polîsên bersûc bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibin.   Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ji bo parastina Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûra Amedê ku di pevçûnên qedexeya derketina derve de zerar dîtibû, roja 28’ê Mijdara 2015’an bi koma li gel xwe re daxuyanî da çapemeniyê. Îdîanameya têkildarî kuştina Elçî ya derbarê polis S.T., M.S. û F.K. û Ûgur Yakişir ê PKK’î de hatibû amadekirin hat qebûl kirin.    10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdîaname qebûl kir û daniyîna yekemin weke dîroka 21’ê Cotma 2020’an diyar kir. Dadgehê di heman demê de ferman da ku polîsên bersûc S.T. û M.S. bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibin. Hat xwestin ku polîsê bersûc F.T. û polîsên şahid ên di dosyayê de cih digirin jî, di danişînê de amede bin.   SERLÊDANA EWLKARIYÊ    Di heman demê de, dadgehê pirsa “Gelo ev doz wê ji bo ewlekariya gelemperî talûkeyê ava bike” ya ji Walîtiya Amedê û Serdozgeriya Komarê kir, pirsa “Gelo doz sewqî ciheke din bê kirin?” anî hişê mirovan.   ÎDÎANAME    Di îdîanameyê de, ji bo polîsên bersûc M.S., F.T. û S.T., bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” ji 2 salan û heta 6 salan ceza tê xwestin. Lê balkêşe di vê angaştnameya Elçî ku bi ya du polîsên heman rojê hatine kuştin kirine yek de ji Ugur Yakişir bi sûcariya “2 polîs kuştine, yekîtî û hevgirtina welat xera kiriye” 3 car cezayê muabeta giran û bi sûcdariya “Mimkin e Elçî bi qestî kuştibe” 20 sal ceza tê xwestin. Her wiha ji bo kuştina polîs S.T. jî 20 sal ceza, ji bo “bêdestûr çek li ser xwe gerandinê” jî ji 5 salan bigire heta 3 caran cezayê muebeta girankirî û 45 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.   MA / Aydin Atay