ROJEVA 04'E NÎSANA 2020'AN 2020-04-04 09:00:27   * Endama Lijneya Rêveberiya DTO’yê Dr Elîf Turan diyar kir ku mafê jiyanê pîroz e û ji bo girtî serbest bêne berdan xwest herkes tişta ji destê wan bê bike. Sekreterê Lijneya Kordînasyona TMMOB’ê yê bajar ê Amedê Dogan Hatûn jî destnîşan kir ku dervehiştina girtiyan a qanûna înfazê înfazkirina kurdan e.   * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 650 TL ji meaşê karkerên nexweşînên wan ê kronîk hene û ji ber vê destûra îdarî ji bo wan hatiye dayîn biriye. Li gorî giştînameya serokomariyê diviya ji meaşê van kesên navborî tiştek nehata birîn.    * Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê, di bin navê tevdîrgirtina li dijî vîrûsa coronayê de ji bo mehekê tenê lepik û maskeyekê daye girtiyan.    Endama Komeleya Jinê ya Starê Rojbîn Bor û Zozan Ozgokçe ya feminîst, bibîr xistin ku piştî tevdîra li dijî vîrûsa coronayê ya "dimaldemayînê" 29 jin hatine kuştin û bal kişandin ser nepêkanîna Qanûna Jimare 6284'an.    Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser cihêkariya di qanûna înfazê de û got, cinayet e. Her wiha Hatîmogûllari ji bo kampanyaya ku Erdogan akere kir jî got, "kampanyaya nelirêtiyê" ye.    * Bi sedan zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne, niha bi talûkeya vîrûsa coronayê re rû bi rû ne. Nünera Tora Zarokên Di Girtîgehê de ya CÎSST'ê Cansû Şekercî, bang li rayedaran kir ku rojek berî rojekê ji bo van zarokan gavina bavêjin.    *  Parêzer Mehtap Sert, anî ziman ku piştî bertekên jinan xalên der barê kiryarên îstismarê de ji qanûna înfazê hatine derxistin, lê belê der barê cineyatên jinan de guherîneke cidî tuneye û bi vê yekê re wê pêşî li ber zêdebûna cinayetan bê vekirin.    * Malbatên girtiyan diyar kirin ku ji ber vîrûsa coronayê cihê herî xetere girtîgeh in û heke tiştek bê serê zarokên wan berpirsyar dewlet e.   * Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Edenê Nûrettîn Taniş, diyar kir ku pêşnûmeya qanûna înfazê li dijî pîvanên wekheviyê ye û got: “Pêdivî bi qanûnên azadîxwaz ên edaletê esas digirin û hemû qadên civakî eleqedar dikin, heye.”   *  Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Qersê Guldane Kiliç da zanîn ku birêkûpêkkirina yasaya înfazê wê rê li ber travmaya civakî veke û got: “Em li dijî vê bê wekhevehiyê her kesî vedixwînin parastina jiyanê.”    * Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku AKP li seranserî welat li dijî vîrûsê tevdîr negirtiye û ev rewş li ser girtîgehan rîskek mezin çêdike û divê girtîgeh werin valakirin û got: “Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin.”