‘Nepêkanîna qanûna 6284'an jiyana jinan bêtir ber bi xetereyê ve dişîne' 2020-04-04 09:21:34 WAN - Endama Komeleya Jinê ya Starê Rojbîn Bor û Zozan Ozgokçe ya feminîst, bibîr xistin ku piştî tevdîra li dijî vîrûsa coronayê ya "dimaldemayînê" 29 jin hatine kuştin û bal kişandin ser nepêkanîna Qanûna Jimare 6284'an.    Li Tirkiyeyê piştî tevdîra li dijî vîrûsa coronayê ya "dimaldemayînê" 29 jin hatine kuştin. Yek ji avakara Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD9 ku bi KHK'ê hat girtin Zozan Ozgokçe û Endama Desteya Rêvebir a Komeleya Jinê ya Starê Rojbîn Bor, rewşa dawî nirxandin û bal kişandin ser daxwazên jina.    Zozan Ozgokçe, diyar kir ku ji ber tevdîra "dimaldemayînê" ya ji bo şewba coronayê hatiye girtin, şideta di nav malê de zêde bûye û got: "Ev şideta a mêrên ku em bi wan re di heman malê de dimînin û di nav heman nivînan de dimînin bi xwe ye. Di dema karantînayê de mirov tim di mal de ne, ev jî dibe sedema zêdebûna rageşiyê. Kesên serî li rêxistinên jina didin piranî jê dipirsin, 'Di dema karantînayê de li dijî şidetê mafê min çi ne?'"    ‘ILA QANÛNA 6284'AN PÊK BÊ'    Ozgokçe, bal kişand ser girîngiya Qanûna Jimare 6284'an û got, di vê qanûnê de tevdîrên ji bo parastina jinan cih digirin. Ozgokçe, diyar kir ku kêmasiyên vê qanûnê jî hene lê belê gava bi vî awayî jî pêk bê wê pêşî li piraniya şidet û cinayetên jina bigire.    Ozgokçe, diyar kir ku di vê pêvajoyê de divê yekeyên ku xwe bigihînin jinan hebin û got: "Mesela, divê kodeke taybet bê diyarkirin. Li Spanyayê, ne şaş bim gava jin biçin dermanxaneyê û bibêjin maske 19, tê famkirin ku jin bi şidetê re rû bi rû dimîne û haya yekeyên têkildar pê tê xistin. Divê tevdîrên bi vî rengî hebin. Yekeyên girêdayî Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyê divê serdana malan bikin û bi taybetî hevdîtinê bi jinan re bikin. Belkî ev bibe tevdîreke girîng jî."    SERLÊDAN HENE    Ozgokçe, destnîşan kir ku di vê pêvajoya şewba coronayê de jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin serî li wan didin û got: "Di vê serdemê de ji Stenbolê jinek serî li me da. Hevjînê wê zor lê kiriye û bi awayekî lihevkirî dev ji hev berdane. Welayeta zarokan li ser bav e. Meseleya îmzekirina protokolê bi darê zorê bûye. Yanî tahde li jinê hatiye kirin. Devjihevberdan pêk tê û hevîjnê wê yê berê jinê dişîne Stenbolê. 3 zarokên wê hene. Hevjînê wê li li Zanîngeha Wanê profesor e. Zarokên wê jî nîşanî wê nade. Jin dixwaze zarokên xwe bibîne, lê belê hevjînê wê nahêle. Serlêdanek din jî, jineke ku wê û hevjînê xwe dev ji hev berdaye, nefeqeya wê nayê dayîn. Mêr, dibêjin cihê karê wan bêheq destûr dane wan û loma nadin. Jin di vê serdema karantînayê de tev zarokên xwe mehkûmî birçîbûnê tên kirin. Divê feraseta dewleta civakiyî têkeve dewrê."    ŞIDET    Rojbîn Bor jî anî ziman ku tenê ne di serdema karantînayê de, di rewşên asayî de jî mal ji bo jinan deverine talûke ne û got: "Herî zêde li malê tehde li jina tê kirin û tên kuştin. Ji 11'ê Adarê ve, yanî ji roja karantîna destpêkiriye heya niha, 29 jin hatine kuştin. 12 jê li malê hatine kuştin. Hema bêje ev nîşan dide ku jin her roj tên kuştin."    XETÊN PIŞTGIRIYÊ   Bor, bibîr xist ku ji bo şideta li ser jinê zêde nebe divê Peymana Stenbolê pêk bê û got: "Divê plansaziyeke lezgîn hebe. Mesela divê xetên piştgiriyê bên avakirin û hfê heft rojan û rojê 24 saetan vekirîbin da ku jin karibin xwe bigihînin wan."    QANÛNA 6284'AN    Bor, bal kişand ser girîngiya Qanûna Jimare 6284'an û destnîşan kir ku ev qanûn ji bo jinan pir girîng e û qethiyen divê jin dev ji vê bernedin.    Bor, cardin anî ziman ku di vê pêvajoyê de jin bi şideteke mezin re rû bi rû dimînin û got, di vê pêvajoyê de gelek jinan serî li wan daye. Bor, got: "Roja duşemê li navçeya Rêya Armûşê, jineke 20 salî û hevjînê xwe dikevin qirika hev. Piştî vê diyar dibe ku jin miriye. Beriya her tiştî di vê pêvajoyê de divê Tirkiye ji bo rewşa nav malê û şideta nav malê polîtîkayekê diyar bike û şidetê bişopîne. Ligel xetên îxbarê, mirov dikare bi bernameyên televîzyonê, bi rêya keyayan û cînaran xwe bigihîne van mirovan. Di vê pêvajoyê de berpiriyariya qenalên televîzyonê jî ew e ku di warê şideta nav malê, şideta li ser jin û zarokan agahiyan parve bike. Keya, li taxên xwe dikarin ji bo şideta nav malê mekanîzmayeke îxbar û şopandinê ava bikin."    MA / Ozlem Yayan