Dadgehê ji serlêdana Yuksekdag re “delîla şênber” nedît 2020-04-04 15:05:07   ENQERE – Dadgehê, serlêdana parêzerên Yuksekdag a ji bo tehliyeyê, bi hinceta ku “hincet û delîleke şênber” nehatiye dîtint red kir.   Parêzerên Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, di 30’ê adarê de serî li 16’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê dabûn û daxwaz kiribûn ku muwekîla wan bê berdan. Piştî serlêdana parêzerên Yuksek, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê mutaalayek da û bi bîr xist ku di çarçoveya sûcên “Damezrandin û rêvebirina Rêxistina Terorê ya Çekdar, Endamtiya Rêxistina Terorê ya Çekdar, Xerakirina Yekitî û Yekparebûna Welat” biryara berdewamkirina girtina Yuksekdag hatiye dayîn û bi hinceta ku “delîleke şênber’ tuneye dîsa daxwaza berdewamkirina girtina wê kir.   JI BO VÎRÛSÊ ‘DELÎLA ŞÊNBER’ XWEST   16’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê jî daxwaza tehliyeya Yuksekdag nirxand û bi hinceta ku “hincet û delîleke şênber” tuneye serlêdanê red kir. Li ser vê biryarê parêzerên Yuksekdag serî 17’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê dan û biryara 16’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê îttîraz kirin.