Girtiyê nexweşê KOAH li dijî vîrûsê nayê parastin! 2020-04-04 15:29:23   ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya heftaya 291’emîn de bal kişan ser rewşa girtiyê nexweşê KOAH û astimê Menduh Kiliç ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonkarahîsarê tê girtin û diyar kir ku amûrên dezengektanê nadinê.    Înîsiyatîfa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek nivîskî weşand. Înîsiyatîfê, di çalakiya xwe ya hefteya 291’emîn de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê KOAH û astimê Memhud Kiliç ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonkarahîsarê dimîne.    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Kiliç 28 salin girtiye û nexweşiyên wî wiha hatin rêz kirin:    “Nexweşiya kezebê ya kronîk heye. Ji ber vê nexweşiyê kezeba wî ya çepê bi 2/3 emeliyat hatiye girtin. Di heman kezêbê de iltihaba mîstanik çêbûye. Dîsa di heman kezebê de deq hatiye  dîtin. Divê ji vê deqê parçe bê girtin û ji bo biyopsiyê şandin. Di kezeba wî ya rastê de jî ji ber vê nexweşiyê texrîbatek mezin çêbûe. Di asta herî jor de nexweşê astim û KOAH’ê ye. Niha bi cîhazê bêhne danê ve girêdayî ye û bi vî awayî jiyana xwe dewam dike.    *Reflu di mîda wî de heye û ji ber vê nexweşiyê nikare zêde xwarinê bixe û di boruyên xwarin xwarinê de  texrîbatên cîdî rû dane. Di lingê wî yê rastê de jî kîst heye û nexweşê alerjiya kronîke.    *Dermankirina wî ya tuberkulozê di nivî de maye. Bi taybetî di çend hefteyên dawî de bi dikuxe, ji gewriya wî xwîn tê, bi zorê bêhnê dide û distîne, weke bixeniqe, gewriya wî dişewite, bêhale, canê wî diwerime, her tim serê wî gêj dibe û rewşa tenduristiya wî nebaş dibe. Ji ber vê nexweşiya xwe jî nikare biçe nexweşxanê.”   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ligel ku di raporên desteya tenduristiyê de hatiye gotin ku Kiliç dikare li Stenbol, Îzmîr û Enqerê bê dermankirin jî, wî şandine Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê. Rêveberiya girtîgehê jî jêre gotiğe ku ne pêkane ku li vê derê bêyî dermankirin. Em dixwazin Kiliç bê berdan. Nexweşiyên Menduh Kiliç pir cîdîne û divê demildest bê dermankirin.”