Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn 2020-04-04 17:01:50   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî.     Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" a her heftê li pêş Sumerbank a Berê pêk di anî, vê heftê ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) bi nivîskî kir. Di daxuyaniyê de, aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî yê ku xwest di 31’ê Adara 1948’an ji Stenbolê derkeve derveyî welat hat pirsîn.      HÎNA JÎ GOREKÊ WÎ TUNEYE    Di daxuyaniyê de behsa  çîroka Alî hat  kirin û wiha hat kirin: “Sabahattîn Alî di 2’yê Nîsana 1948’an xwest sînorê Kirklarelî derbas bike, lê bi derba ji serê xwe xwarî jiyana xwe ji dest da. Piştî bi mehan cenazeyê wî ji aliye şivan ve hat dîtin. Hat gotin ku wê li ser cenazeyê wî lêkolîn bêkirin. Dûre cenazeyê wî ji holê hat windakirin. Ev 72 salin mîna hemû cînayetên kiryar ne diyar, di cînayeta Sabahhattîn Alî de, jî şopa tiliyên qatîlan hene. Ji ber ku Alî li dijî polîtikayên hikumeta zordest mûxalîftî dikir ji aliyê polîsan ve dihat şopandin. Ji aliyê çapemeniya rastgir ve jî, weke hedef hatibû nîşandan. Ji ber vê hat kuştin. Divê cihê gora Sabahattîn Alî bê aşkere kirin. Pêwîste ku dosyayên veşartî yên derbarê Alî de ji raya giştî re ragihandin. Emê di her şert û mercide li aqûbeta windakiriyên xwe bigirin û têkoşîna xwe dewam bikin.”