Daxuyaniya HDP'ê ya der barê îsyana Girtîgeha Êlihê de 2020-04-04 22:15:53   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê têkildarî îsyana Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de bi nivîskî daxuyaniyek da. HDP, got: "Em bang li sazî û kesên eleqedar dikin ku demildest raya giştî serwext bikin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê îsyana girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ku derî qanûna înfazê hatine hiştin de bi nivîskî daxuyaniyek da.    HDP, di daxuyaniya xwe de got: "Partiya me, ji bo tiştên li Girtîgeha Êlihê diqewimin hevdîtin bi ÎHD û Baroya Êlihê re çêkirine û geşedanên li girtîgehê ji nêz ve dişopîne. Parlementerên me Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz û Siddik Taş li cihê bûyerê ne û mudaxilî geşedanan bûne."    Her wiha HDP'ê di daxuyaniya xwe de bang li sazî û kesên eleqedar kir û got: "Demildest divê raya giştî bê serwextkirin. Em mijarê bi heman hesasiyetê dişopînin, her wiha em îşaret bi girîngiya hesasiyeta gelê xwe jî dikin."