Li Çinarê mal hilweşiya: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2020-04-05 08:31:49     AMED – Li Çinarê, mala malbata Demîroglû ya ji 10 kesan pêk tê hilweşiya û 2 zarokên malbatê jiyana xwe ji dest dan.   Li Gundê Bare ya navçeya Çinar a Amedê, mala malbata Demîroglû ya ji 10 kesan pêk tê, di saetên şevê de hilweşiya. Hat diyar kirin ku hilweşandin di dema ferdên malbatên di xew debûn pêk hatiye. 8 zarok, bi dayîk û bavê xwe ve dibin hilweşandinê de man.   Welatiyên gund ên piştî hilweşandinê hatin cihê bûyer, 10 ferdên malbatê ji bin xirbeyan derxistin. Ferdên malbatê dest pê kê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û ji wir jî sewqî nexweşxaneyên cuda yên Amedê hatin kirin.   2 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Hat dest nîşan kirin ku Guneş Demîroglû ya 14 salî û Dîndar Demîroglû yê 15 salî jiyana xwe ji dest dane û tedawiya endamên malbatê yên din dewam dike.   Tê texmîn kirin ku mala bi kerpîç, ji ber taviya baranê hilweşiya be.