Omer Ocalan: Di bingeha dewletê de dijminatiya ji bo kurdan heye 2020-04-05 09:07:57   RIHA - Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, ji bo qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin got: "Heta di bingeha dewleta tirk de dijmintiya ji bo kurdan hebe, qiyamet jî rabe, nexweş bikevin bikevin nav ciya jî cardin wê li ser qedandina kurdan hûr bibin."    Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bertek nîşanî qanûna înfazê da ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin.    Omer Ocalan, anî ziman ku di qanûna înfazê ya ku AKP-MHP'ê amade kiriye de "rêgeza wekheviyê" hatiye binpêkirin.   Ocalan, diyar kir ku piraniya girtiyên siyasî kurd in û got: "Ji ber ku kurd behsa demokrasî, wekhevî, aştî û azadiyê dikin tên girtin. Bi hezaran girtiyên siyasî yên kurd hene. Lê belê Heta di bingeha dewleta tirk de dijmintiya ji bo kurdan hebe, qiyamet jî rabe, nexweş bikevin bikevin nav ciya jî cardin wê li ser qedandina kurdan hûr bibin. Dixwazin kurdan bi girtîgehan û girtinan terbiye bikin."    Ocalan, destnîşan kir ku divê ev polîtîkaya li ser asasên dijminatiya kurdan bê dîtin û got: "Loma divê hêviya kesî ji dewletê tunebe. Polîtîkayên xwe hemûyan di bin navê netewperetiya tirk de bi rê ve dibe û dijminatiyê gur dike di navbera gelan de."   'AWAYÊ TÊKOŞÎNÊ LI DIJÎ ŞEWBA CORONAYÊ'    Parlementerê HDP'î, anî ziman ku li Tirkiyeyê pêvajoya têkoşînê ya li dijî şewba vîrûsa coronayê bi awayekî zelal nayê birêvebirin. Ocalan, diyar kir ku Wezîrê Tenduristiyê tenê hejmaran aşkere dike û got, cîhan hemû ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşînê tev digere lê belê Tirkiyeyê jî dibêje "ez ê çawa vîna gelê kurd xesp bikim" tev digere.    Ocalan, got: "Em gelê kurd, ne bawer in wê dewlet di vî warî de gavina baş bavêje. Dewleta tirk, bi feraseta yek gel, yek dewlet, ye welat bi her awayî kurdan qir dike. Dijminatiya kurdan dike. Di pêvajoya vê şewbê de li pey keysperestiyê ye û vîna gelê kurd xesp dike. Li dijî vê divê gelê me bitêkoşe. Di vê pêvajoyê de divê em li her çar perçên Kurdistanê yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bikin û piştevaniya xwe pêk bînin. Gelê kurd divê tu hêviyê ji kesên ku dijminatiya wan dike neke."    Ocalan, anî ziman ku kesên di warê şewbê de agahiyên rast parve dikin dibe roja din tên binçavkirin û got, AKP bi vî awayî dixwaze civakê bitepisîne. Parlementerê HDP'î ji bo vê yekê bal kişand ser rewşa ajovanê TIR'ê ku hikûmet rexne kiribû û hatibû binçavkirin.