Prof. Dr. Pinar Okyay: Ger tedbîr zêde neyê girtin dê vîrûs pir zêde bibe 2020-04-05 10:00:08   ENQERE - Seroka HASUDER'ê Prof. Dr. Pinar Okyay diyar kir ji bo karibin vîrûsê kontrol bikin devî bi sererastkirina civakî heye û wiha got: "Ji bo gelek kesên din bi şewba vê vîrûsê nekevin divê qedexeya derketina kolanan bê îlankirin."    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di 11'ê Adarê de şewba Vîrûsa Corona (Covit-19 wekî nexweşiya pandemî îlan kir. Ev şewb her roj li Tirkiyeyê belav dibe. Heta niha li Tirkiyeyê li gorî daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan gihişt 501 kesan. Dîsa 23 hezar û 924 kes ji bi şewba vîrûsê ketine. Têkildarî mijarê Seroka Komeleya Pisporiya Tenduristiya Gel (HASUDER) Prof. Dr. Pinar Okyay, diyar kir ku tedbîrên hatine girtin dereng mane û wiha got: "Divê hêjmara navendên testan bêne zêdekirin. Divê test bi lez bêne kirin. Biryarên ku di Lijneyên Pandemiya Bajar de cih girtina Pisporên Tenduristiya Gel girîng e. Di pratîkê de dibe ku hin pirsgirêk derkevin holê. Mixabin di mijara qerantîna û izolasyonê de hêj her kes bi hestiyan nêzîk nabe. Di van sererastkirnan de hemû beşên civakê berpirsiyar in. Ger ku hewce bike divê hin tedbîrên din bêne stendin."    'RÊYA HERÎ BAŞ PARASTINA EWLEHIYA CIVAKÊ YE'    Okyay, anî ziman ku ji ber ev nexweşî nû ye der barê wê de agahî lawaz in û zêde nayê naskirin. Okyay, xwest berî her tiştî de der barê taybetiyên epidemiyolojik ên vê nexweşiyê de agahî bên zelalkirin û li gorî wê parastin bê kirin û wiha got: "Her welatek taybetmendiyên wî yên demografik cuda xuya dike. Ji ber vê yekê divê em êdî daneyên xwe dînin holê û li gorî vê yekê nirxandinê bikin. Divê em têkoşîna xwe ya li dijî vîrûsê li gorî vê yekê diyar bikin. Rêya herî baş a têkoşîna li dijî şewba gerdunî parastina ewlehiya civakê ye. Parastina ewlehiya civakê jî di zelaliyê re derbas dibe. Divê wezareta tenduristiyê parvekirinên xwe bêtir zelal û aşkere parve bike. Hûrguliyên agahiyan bide. Divê li her derê qerantîna bê îlankirin û heta 14 rojan kes di sînorên xwe de bimînin. Mixabin em wekî civak bêyî em der barê vê enfeksiyonê de bibin xwedî agahî em rastî vê nexweşiyê hatin. Ewil test li yek navendê hatin kirin. Vê yekê bi xwe re rîsk zêdetir kir. Ji ber test li navendekê hat kirin û agahî dereng hatin parvekirin bû sedem ku kesê sax û nesax temasî hev bikin. Bû sedem ku li herêmê jî belav bibe.    DIVÊ HEMÛ KESÊN NEXWEŞ BÊN TESPÎTKIRIN   Okyay, destnîşan kir ku ji bo rê li pêş vê yekê bê girtin divê bi lez hemû kesên nexweş bên tespîtkirin û îzolekirin û wiha lê zêde kir: "Kesê vê nexweşiyê bi xwe re digerîne li hemû civakê belav dike. Ji ber vê yekê banga "Li mal bimîne" pir girîng e. Biryarên tedbîrên herêmî bêtir girîng in. Divê herêm biryar bigirin û tedbîran bistînin. Ji ber vê yekê pêdivî bi sererastkirinên civakî hene. Niha hêjmara kesên Lijneya Zanistiyê kêm in. Ji bo ev nexweşî bê kontrolkirin ji nexweşxaneyê zêdetir divê civak bê kontrolkirin. Pêdivî bi guhertinên civakî heye. Divê tedbîrên civakî bêne girtin."    MA / Zemo Aggoz