Rojnamegerên li qadan bi şewbê re rû bi rû ne 2020-04-05 10:14:14   STENBOL - Yek ji komên pîşeyî yên di bin rîska talûkeya şewbê dene, rojnamegerên li qadan di xebitin e. Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş, diyar kir ku bergiriyên hatine girtin pir kêmên û got: “Agahiyên xebatkarên medyayê bi vîrûsê ketin her roj tên dayîn.”   Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest didin her roja diçe zêdetir dibe. Yek ji komên pîşeyî yên dibin rîska talûekya şewba vîrûsê dene, rojnamegerên li qadan di xebitin û li dû nûçeyan baz didine. Rojnameger jî mîna xebatkarên tenduristiyê û kedkarên di sektorên xizmetê de kar dikin, bi talûkeya şewbê re rû bi rû ne.   Rêxistinên pişeyî di rojên derbas bûyî de, derbarê rewşa rojnamegerên peywira xwe li qadan bi cih tînin de daxuyanî da bûn û bang li dewletê kiribûn ku derfetên xebatê yên li malê ji bo rojnamegeran bixin dewrê.   Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, diyar kir ku di sektora medyayê de, beşa ku herî zêde ji şewbê bi bandor bibe rojnameger û qenalên televîzyonê yên li qadan dixebitin e û da zanîn ku ji bo rojnamegeran bergiriyek baş û têr nehatiye girtin.   BERGIRÎ KÊMÎN   Dûrmûş, anî ziman ku bi belavbûna şewbê re hin saziyên çapemeniyê li malan xebatên xwe dewam kirin û wiha axivî: “Xebata li ofîsan hat kêmkirin. Vê rewşê bi taybetî li Stenbolê hişt ku vîrûs di nava rojnamegeran de belav nebe. Sendîkaya me jî di vî warî de her tim hişyarî kirin. Lê hîna jî ev yek ne bese. Ji ber ku her roja diçe agahiyên xebatkarên medyayê bi vîrûsê ketin tên dayîn.”   ‘GER EM NEXWEŞ BIKEVIN EM Ê NEKARIN NÛÇEYAN RAGIHÎN IN’   Dûrmûş, dest nîşan kir ku erka sereke ya rojnamegeran ewe ku agahiyan bigihînin civakê û wiha bilêv kir: “Divê hempîşeyên me ji bîr nekin ku ger em nexweş bikevin emê nekarin nûçeyan bigihînin gel. Ji ber vê berî her tiştî divê em baldarî tenduristiya xwe bikin. Li gorî vê divê em bi awayekê takekesî û giştî bergiriyên xwe baş bigirin. Pêwîste ku em hemû amûrên bergiriyê ji kardêrên xwe daxwaz bikin. Ger ku ev daxwazên me neyin pêşwazî kirin, wê demê em dikarin ku mafê xwe yê ne xebitînê bi kar bînin.”   MA / Erdogan Alayûmat