Prof. Akkûrt hişyar kir: Rûpoşên nano dibe ku bibin sedema pençeşêrê 2020-04-05 11:31:50 ENQERE - Pisporê Nexweşiyên Sing Prof. Dr. Îbrahîm Akkût, derbarê bi kar anîna “rûpoşên nano” yên ji ber vîrûsa koronayê di piyaseyê de bi lez belav dibin de hişyarî kir û got: “Maskeyên wiha, di demek rêj de, dibe ku bibin sedema pençeşêrê.”   Pisporê Nexweşiyên Sing Prof. Dr. Îbrahîm Akkût, derbarê bi kar anîna “rûpoşên nano” yên ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) di piyaseyê de bi lez belav dibin de hişyarî kir û wiha axivî: “Ji ber ku li her derê şewb belav bûye, rûpoş bikaranîn guncawe. Rûpoşên cerahî yên ji rêzê bi kar anîn guncawe. Divê tenê xebatkarên tenduristiyê yên bi nexweşên pozîtîf re eleqedar dibin rûpoşên FFP2, N 95 û N96 bi kar bîn in.”   ‘NANO TEKNOLOJIYEK PIR NE PAQIJE’   Akkûrt, derbarê rûpoşên nano de, ev agahî da: “Rûpoşên nano ev 10-15 salin pir zêde bûne û weke teknolojiya dostên tenduristiyê tê pênase kirin. Lê di rastiyê de, bandora wê pir nayê zanîn û nano teknojojiyek pir jî ne paqije. Îdîayên ku teknolojiya nano zirarê nade mirov û derdorê ne rastin. Li dijî teknolojiya nano, ceribandinên beşa zanist a nanotoksîkolojî hene û ziraraên wê weke pençeşêr, krîza dil, felca kezebê, reaksiyonên alerjik û derbaskirina ferçê hatine rêzkirin.”   PÊŞNIYARA RÛPOŞÊN QUMAŞ Praf. Dr. Akkûrt, diyar kir ku divê welatî rûpoşên cerahî yên 3 qat bi kar bînin û ev pêşniyarî kir: “Kesekên ku nikarin van rûpoşan bi dest bixin, dikarin li malên xwe rûpoşên bi qumaş çêbikin û bi kar bînin. Rûpoşên li malên tên çêkirin başin û ji sedî 25 mirovan diparêzin. Ev ji tunebûnê baştire.”   MA / Emrullah Acar