Wezire Tenduristiyê: Heta em îzole nekin emê nikaribin kontrol bikin 2020-04-05 11:42:11   ENQERE - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, bi rêya konferansa bi vîdeo, bi Midûrê Tenduristiyê yê 81 bajaran re hevdîtin kir û got: "Heta ku em kesên di nava temasê de îzole (bi sinor) nekin, şensa me ya kontrola şewbê tune ye."    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, bi rêya konferansa bi vîdeo, bi Midûrê Tenduristiyê yê 81 bajaran re hevdîtin kir. Wezîr Koca bi rêya konferansa vîdeo got: "Heta ku em kesên di nava temasê de îzole (bi sinor) nekin, şensa me ya kontrola şewbê tune ye." Koca xwest kesên testa wan posîtîf derketine bi lez temasa wan tespît bikin û rê li pêş temasê bigirin. Koca xwest têkildarî maske û malzemeyan ji bo xizmetkarên tenduristiyê kêmasî çênebin.