Rapora OHD û Baroya Wanê: Girtî di bin rîskekî mezin de ne 2020-04-05 15:24:57 WAN - Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî rewşa girtîgehên li Wanê raporek amade kirin. Di raporê de diyar kirin ku ji malzemeyên paqijî û parastinê bêpar in û nikarin xwe bigînin derfetên dermankirinê. OHD'ê û Baroyê destnîşan kirin ku ji ber girtî nikarin xwe bigînin mafên xwe li dijî şewbê di bin rîskek mezin dene.   Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), li ser rewşa girtîgehên li Wanê lêkolîn kirin û der barê şert û mercên girtiyan de raporek amade kirin. Baro û OHD'ê li Girtîgehên Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgehên Tîpa T, F û M'yê yên wanê lêkolîn kirin. Hem di ziyaretên bi girtiyan re, hem bi malbatan û serlêdanên li saziyan dane kom kirin û kirin rapor. Ji ber vîrûs belav bû û ziyaretên bi girtiyan re hatin qedexekirin, piştî 2 hefte şûnde parêzeran karîbûn bi girtiyan re hevditin bikin. Saziyan di raporan de cih da çavdêrî û encama hevdîtina bi girtiyan re û ev agahî parve kirin:    * Li tevahiya girtîgehên Wanê, rêveberiya girtîgehan tenê maske dane girtiyan. Ji xeynî wê malzemeyên dezenfektan, lepik, malzemeyên paqijiyê û hwl nedane girtiyan. Rûpoş û malzemeyên paqijiyê li kantîna girtîgehê difiroşin û bi buhayekî mezin difiroşin. Girtî pêdiviyên dezenfektanê bi derfetên xwe dikin.    * Ji bo girtiyên nexweş, kal û pîr, zarokan tu tedbîr nehatine girtin.    * Kaşîwên girtîgehê hefteyê tenê carekê tê dezenfektekirin.    * Pêdiviyên ceyran, av û zexîreyan bi pereyan didin girtiyan. Ava germ berê bê sînor bû, lê niha bi sînor kirine.    * Sînorkirina li ser mafên girtiyan ên ziyaretên malbat û mafê civakî hêj didome. Her çend mafê telefonê hefteyê derxistine caran û bi giştî 20 deqîqe be jî, lê ev 20 deqîqe xistine nava dawiya hefteyê û tenê carekê dikare telefon bike.    * Dîsa dema girtiyan ji bo telefonê derdixin salonê bi destan li ser wan lêgerîn dikin.    * Alav û pirtûkên ku ji derve ji girtiyan re têne şandin, nadin girtiyan.    * Mafê girtiyan ê tenduristiyê hatiye bi sînorkirin. Ji xeynî rewşên pir lezgîn girtiyan nabin revîrê.    * Girtiyên nexweş yên ku dibin nexweşxaneyê jî bi şertê, di vegerê de wan 14 rojan di yek hucreyê de bigirin dibin.    * Jimartin û lêgerîna li girtîgehê wekî berê didome. Tenê personelê peyvirdar maske bikar tîne.    * Di ketina girtîgehan de germa laşê kesan dipîvin, maskeyan girê didin û dezenfektan dikin.      * ziyaretên parêzeran wekî isûla ziyaretên girtî tê kirin. Ji  xeynî wê heta nivîs ji Wezareta Dadê neyê ji xeynî rewşê lezgîn hevdîtin nayên kirin.    * Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, parêzer bi lepik u maske diveke hundir, lê li Girtîgehên Tîpên T û M yên Wanê û Girtîgeha Ewlehiya bilind gardiyan bê lepik dikeve girtîgehêl    * Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê di 31'ê Adarê de li dijî zagona înfazê çalakî hatiye li dar xistin. Lê tu kes birîn nebûne. Gelek girtî piştî vê yekê 3 rojan ketine greva birçîbûnê û nan nexwarine.    * Li girtîgehan ji bo kesên ji derve têkevin hundir tedbîr zêde kirine.   Li gel mecbûr kirine ku hemû personel maske girê bidin. Gelek maske girênadin û bi komî li cem hev dimînin.    * Her çend girtîgehan li dijî şewba Covid-19 hin tedbîr girtibin jî lê ev tedbîr ji bo parastina girtiyan têr nakin.    Em wekî Baro û OHD, diyar dikin ku ev zagona înfazê ya di Komîsyona Meclisê re derbas bû, li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e. Dîsa li dijî pîvana Peymanên navneteweyi ne. Em dibêjin divê berî her tiştî mafê girtiyan ên jiyanê bê parastin û ewil girtiyên zarok, nexweş, kal û pîr bêne berdan. Wekî OHD û Baroya Wanê, ji bo parastina girtiyan a li dijî şewba Covid-19'ê em ê hemû mafê tenduristî, jiyanî, hiqûqî û civakî yên girtiyan di qada neteweyî û navneteweyî de biparêzin."