SES: Xizmetkarên tenturistiyê terkî mirinê dikin 2020-04-06 09:01:25   STENBOL - Li Stenbolê xizmetkarên tenduristiyê di nava şert û mercên zor û bê parastin de xizmetê dikin. Ji ber maske, lepik û cilên parastinê kêm in, di bin rîska şewbê de kar dikin. Xizmetkarên ku di nava şertên giran de xizmeta tenduristiyê didin, diyar kirin ku bi çend heb zeytûn, çend dendî penêr û lepek nan ji sibê heta êvarî kar dikin. Kedkarên tenduristiyê raste tarst terkî mirinê dikin.    Şewba vîrûsa corona (Covît-19) herî zêde kedkar û xizmetkarên tenduristiyê dixe bin rîskek mezin. Xizmetkarên tenduristiyê ji ber baş nayên parastin û ekîpmanê wan ên parastinê kêm in di bin rîska şewba vîrûsê de dijîn. Ji ber herî zêde xizmetkarên tenduristiyê di bin rîska bi şewbê bikevin de ne, divê herî zêde ew bên parastin û kêmasiyên ekipmanê wan tune be. Xizmetkarên tenduristiyê diyar dikin ku li nexweşxaneyan lepik, maske, tulum, berçavk û amûrên din en parastinê pir kêm in û ji ber vê yekê nikarin xwe baş biparêzin. Kedkarên tenduristiyê destnişan dikin ku bi mirinêre rû bi rû kar dikin. Xizmetkarên ku ji aliyê ekîpman ve zor û zahmetiyan dijîn, dîsa di aliyê xwarin û vexwarinê de jî pir zahmetiyan dijîn. Hem ji serê sibê heta êvarî li ser piyan kar dikin û hem jî rojê bi çend heb zeytûn, çend dendî penêr û lepek nan zikê xwe têr dikin.    'TU TEDBÎRÊN PARASTINÊ NEHATINE GIRTIN   Hevserokê Şaxa SES'ê yê Stenbonbolê Abuzer Aslan, anî ziman ku ji ber kedkarên tenduristiyê di nava nexweşan de xebatê dikin her roj bi mirinê re rû bi rû ne û wiha got: "Em dixwazin beriya her tiştî kêmasiya ekîpmanan ji holê rakin. Dîsa şert û mercên ku xizmetkar lê bimînin, xwarin û vexwarina wan bê temînkirin. Têkildarî vê mijarê me gelek caran serî li Wezareta Tenduristiyê da. Me daxwazên xizmetkarên tenduristiyê birinj ji wan re. Lê tevî hemû daxwaz û serlêdanên me heta niha tu tedbîr nehatine girtin. Nirxa ku didin xizmetkaran; bi çepikên ji şibakeyan diyar nabe. Nirx, di taştêya ku bi çend zeytûn û tendî penêr dide de diyar dibe. Em dikarin bêjin xizmetkarên tenduristiyê raste rast terkî mirinê dikin."    'BI ÇEND HEB ZEYTÛN Û DENDÎ PENÊR HETA ÊVARÎ KAR DIKIN'    Xizmetkarekî tenduristiyê ku li nexweşxaneyek dewletê kar dike û ji ber nexwest ji kar bê avêtin navê xwe neda û qala zor û zahmetiyan kir. “Li gelek nexweşxaneyên qada Ewropa û Anadolu xwarin ji aliyê heman şîrketan ve tê dayîn. Ev nexweşxane hemû heman pirsgirekan dijîn. Bi taybetî xizmetkarên dimînin nobeta şevê, taştê didi wan. Bi çend heb zeytûn, çend dendî penêr û gepek nanê hişk zikê wan têr dikin. Hem bi şev û hem jî bi roj bi vê xwarinê kar dikin. Ekîpmanên parastinê kêm in. Li şûna lepikan poşedan didin xebatkaran. Kedkarên ku di beşa enfeksiyonê de kar dikin û raste rast bi nexweşan re di temasê dene, ji bo 5 rojan tenê carekê maskeya N95'an dide wan. Ji ber vê yekê du hemîm bi şewbê ketin. Nexweşiyên wan ên kronîk jî hene. Hêjmara miriyan zêde dibin. Niha hemû serwîsê nexweşxaneyê dijî ne. Hemû bi şewba Covid-19 ketine. Beşek ji wan baş bûn û şandin malê. Lê di rojên dawî de hêjmara miriyan zêde dibe. Rojê 3 nexweşên me jiyana xwe ji dest didin. Di nava wan de kesên nîv temen jî hene.      Xizmetkarekî din ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Hakkarî kar dike anî ziman ku di nava şertên giran de dixebitin û li ser xizmetkaran tundî heye.