Serokê Baroya Stenbolê: Yên mirov kuştine dê bêne berdan 2020-04-06 09:08:07   STENBOL - Serokê Baroya Stenbolmê Mehmet Durakoglu, bertek nîşanî zagona înfazê ya di Komîsyona  Edaletê re derbas bû da û wiha got: "Yên ku divê bên berdan girtî ne. Ev guherdin armanc dike ku kesên girtî bimîne wan serbest berde. Ev yek dij demokratîk e. Bifikirin yên ji ber fikrê girtî ne dê dîsa girtî bimînin. Lê yên mirov kuştibin, sucên tiryakê dê bêne berdan."    Îqtîdara AKP û MHP'ê bi hevre qanûna înfazê ya ji 70 xalan pêk tê û cudakariyê dixe nava girtiyan anîn rojevê û tevî hemû bertek û nerazîbûnan, dîsa di Komîsyona Edaletê re derbas kirin. Zagona Înfazê ya “Teklîfa qanûnê ya der barê Guhertina di hin Qanûnan de û Qanûna der barê înfaza tedbîrên Ewlehî û Ceza de " piştî anîn rojeva komîsyona Edaletê ya Meclîsê, Komîsyonê erê kir û derbas kir. Bi vê guhertinê armanc dike ku 90 hezar girtiyên ji sûcên edlî serbest bêne berdan. Lê girtiyên saysî jî dê neyên berdan. Têkildarî guhertina Zagona Înfazê Serokê Baroya  Stenbolê Mehmet Durakoglu nirxandin kir.    'YÊN MIROV KUŞTINE DÊ BÊNE BERDAN LÊ...'    Durakoglu, anî ziman ku wekî baro berhî her tiştî li şûna guhertina zagona înfazê dixwazin “Guhertina islahê" bê kirin. Durakoglu,  diyar kir ku li Tirkiyeyê li şûna li ser pergala înfazê xeber bidin, pêwiste li ser pergala îslahê xeber bidin û wiha got: "Ev nayê vê wateyê ku bi pergala înfazê re pirsgirêkên me tune ye. Li Tirkiyeyê em dizanin bi awayekî cîddî pêdivî ji guhertinên zagona înfazê heye. Lê divê di rewşa heyî de ewil em zagona îslahê bi axivin. Li gorî îstatîstikên di destê me de gelek mahkûmên serbest têne berdan, piştî çend meh şûnde dîsa têne girtin. Divê pergalek rast bê avakirin. Ev zagona înfazê ya di komîsyonê re derbas bû ji daxwazên civakê re nabe bersîv. Bi taybetî piştî vê şewbê gelek bendewariyên civakê û malbatan hebû ku hemû girtî serbest bêne berdan. Li girtîgehan ew qas hiqûqnas, siyasetmedar, ramanger, rojnameger hene. Diviya bû girtina wan ji nûve li ber çavan derbas bikin. Lê ev nekirin. Bifikirin, kesên ji ber fikrên xwe girtî dê dîsa girtî bimînin. Lê yên mirov kuştine, sucên tiryakê, sucên tundî û cînayetên jinê û yên di nava civakê de ‘Mahkûmê qederê' dê bêne berdan. Ev di wîcdanê civakê de nayê qebûlkirin."     ‘DIVÊ LI GORÎ HIQÛQÊ BE'    Durakoglu, da zanîn ku ger guhertina zagona înfazê pêk anîn wê demê qet nebe diviya bû li gorî demokratîk û hiqûqî be û wiha got: "Diviya bû ev zagon li gorî, heq, hiqûq û edaletê bûya. Heta niha gelek zagonên înfazê hatin guhertin. Lê di demê de hat dîtin ku ne rast in. Ev guhertinên zagonên înfazê divê ji bo demokratîkbûna welat bêne kirin. Ev guhertin her çend hiqûqî bin jî divê di bin wê de sedemek siyasî hebe. Sedema ku em ewil serî lê bidin rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e. Divê em bi çavê heq, hiqûq û edaletê lê binerin û meseleyê bigirin dest. Ev guhertin pêkanînek dijdemokratîk e. Bi vê guhertinê kesên kêmî 18 mehan ceza bigirin jî dê bêne girtin. Dîsa kesên ji sûcê rêxistinê tên girtin dê cezayê wan bêtir giran bikin. Disa kesên ji sûcên din tên darizandin dêkaribin ji înfazê sûdê bigirin. Divê ev nakokî ji holê bê rakirin. Bi vê guhertinê dê beşek bê berdan û beşek jî girtî bimîne. Bi vê guhertinê armanc dike ku yên esil girtî bimîne bên berdan û yên divê bên berdan jî wan girtî bihêle. Ji ber vê yekê ev pêkanînek dijdemokratîk e."    Durakoglu, bal kişand ser erka hekîmê înfazê jî û wiha  bi dawî kir: "Tenê tişta rast komîsyona venêrtinê ye. Kesên ku divê bi venêrtinê serbest bê berdan dê Komîsyona venêrtinê li ser wan çavdêrî bike û binirxîne. Erênî ye. Lê têr nake. Ji ber ku kesên di komîsyonê de cih digirin nêzîkatî û helwesta wan jî pir girîng e. Ger ku di nava vê komîsyonê de parêzer, baro tune be nabe. Tenê endamên dewletê hebe dê dîsa bibe pirsgirêk."   MA / Naci Kaya