Rêvebera CÎSST'ê Korkut: Efoya giştî bi lez mecbûrî ye 2020-04-06 09:09:44   STENBOL - Endama Lîjneya Rêveberiya CÎSST'ê Berîvan Korkut, anî ziman ku guhertina zagona înfazê daxwazên wan napersivine û wiha got: "Dibe ku bi vê guhertinê li girîgehan pêlê serhildanê pêş bikeve. Daxwaza efûya giştî mecbûriyetek bi lez û bez e."    Li girtîgehan ji ber girti nikarin xwe biparêzin di bin rîska vîrûsa corona (Covid-19) de dijîn. Di vê pêvajoya ku şewba vîrûsa corona belav dibe de çavê hemû civak û malbatên girtiyan lê bû ku bi vê guhertina zagona înfazê hemû girtî bêne berdan. Lê Îqtîdara AKP û MHP'ê qanûna înfazê ya ji 70 xalan pêk tê û cudakariyê dixe nava girtiyan, tevî hemû bertek û nerazîbûnan, dîsa di Komîsyona Edaletê re derbas kirin. Bi vê guhertinê armanc dike ku 90 hezar girtiyên ji sûcên edlî serbest bêne berdan. Lê girtiyên saysî jî dê neyên berdan. Ji ber girtiyên siyasî nayên berdan û di nava girtiyan de cudakarî hat kirin bertek û nerazibûn zêde bû. Piştî ev guhertin hat rojevê di 31'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê girtiyan çalakî pêk anî. Di 4'ê Nîsanê de jî girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Êlihê çalakî li dar xistin. Îsyan û serhildana giriyan a li dijî zagona înfazê jî zêde dibin.    Têkildarî zagona  înfazê û serhildanên girtiyan Endama Lîjneya Rêveberiya Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaz û Ceza de (CÎSST) Berîvan Korkut, anî ziman ku ev pergala înfazê salên berê jî hat rojevê û wiha got: "Ev zagona înfazê ya di Komîsyona Edaletê re derbas bû nabe bersîva daxwazên me. Dema em şewba Covid-19 û daxwazên civakê li ber çavan digirin, diviya bû cudakarî neyê kirin. Diviya bû li gorî rêgeza wekheviyê hemû girtiyan têxe nava xwe. Lê mixabin ev pêşnûma nebû bersîva daxwaza civakê. Dema mirov li kite kitê pêşnûnayê dinere gelek xalên şolî hene. Berê jî anîn rojevê. Lê ji ber bertekên civakê rawestandin. Piştî şewb belav bû dîsa anîn rojevê. Ev zagona înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ye. Di vê zagonê de bi awayekî zelal diyar nake ku dê kî bê berdan û kî girtî bimîne. Ji roja şewb belav bû em Efûya Giştî dixwazin. Bi dehan caran me ev daxwaza xwe dubare kir. Lê ev daxwazên me bê encam man. Tevî ku ev pêşnûma dûrî daxwazên me ye, rê li pêş berdana 90 hezar girtî vedike. Ev gavek erêni ye. Ji bo me tişta ezasî ewlehiya girtiyan e."    EFÛYA GIŞTÎ MECBÛRÎ YE   Korkut, anî ziman ku di vê pêvajoya ku şewb pir bi lez li her derê belav dibe de ji bo ewlehî û jiyana girtiyan efûya giştî bi lez mecbûrî ye û wiha lê zêde kir: "Ji ber vê şewbê ewlehiya canê girtiyan di rîskê de ye. Ji bo ewlehiya girtiyan Efûya giştî bi lez mecburî ye. Heta ku hêjmara girtiyan pir pir kêm nebe mesafeya navbera mirovan kêm nabe. Ev rê li pêş belavbûna şewbê vedike. Li aliyê din ev zagon ji rêgeza wekheviyê bêpar e. Jiber vê yekê ji niha de li Wan û Êlihê girtiyan serî hilda. Bi vê yekê dibe ku li hemû girtîgehan serhildan û raperîn dest pê bike. Ev rageşî dibe ku zêdetir bibe. Girtî demek dirêj in li benda vê guhertina zagonê ne. Ger ku neyên berdan dê serî rakin û pêşiya vê yekê nayê girtin. Heta niha girtî bi fikra ‘Em rawestin dê Efûya Giştî derkeve' bûn. Niha dibînin ku ev yek pêk nehat."    'DIBE KU SERHILDAN LI GIRTÎGEHÊN DIN BELAV BIBIN'   Korkut, da zanîn ku ber daxwaza girtiyan pêk nehat ev çalakiyên bi vîrengî derdikevin holê û wiha lê zêde kir: "Ji ber vê yekê dibe parenîn û serhildan li girtîgehên din jî belav bibe. Weki şewba li girtîgehan belav bibe dibe ku serhildan jî li girtîgehên din belav bibin. Fikarên li cihên girtî li gorî derve bêtir zêde ye. Ger ku ji ber şewbê li girtîgehan mirin çê bibe dê bêtir girtiyan têxe nava fikaran. Ger ku ev yek pêk bê, dê li girtîgehan serhildan pêş bikeve. Ji ber vê yekê ev guhertina zagona înfazê dê pirsgirêkê çareser neke."     EWLEHIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ TUNE    Korkut, herî dawî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Gelek girtiyên nexweş hene. Lê ji ber şewbê girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyan. Ewlehiya canê girtiyên nexweş di bin gefan deye. Girtiyên nexweş dema diçin nexweşxaneyê wan 14 rojan di hucreyê de di karantinayê de dihêlin. Girtî ji ber vê yekê naxwazin biçin nexweşxaneyê. Divê bê niqaş berî her tiştî hemû girtiyên nexweş serbest bêneberdan."     MA / Nacî Kaya