Qeyûm di firotina malê neguhêzbar ê şaredariyê de bi israre! 2020-04-06 09:10:24   MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, malê neguhêzbar ê nirxê wê bi 5 Mîlyon TL ye ku berê 2 caran derxist îhalê û nehatibû firotin, carek din derxistin firotin.   Walî Mûstafa Yaman ê ji nû ve weke qeyûm di 19’ê Tebaxa 2019’an de, tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat kirin, firotina malên neguhêzbar ên şaredariyê dewam dike. Rêveberiya qeyûm heya niha bi dehan erd û avahiyên aîdê şaredariyê firotin. Qeyûm vê carê biryar da ku carek din avahiya 4 qat a nirxê wê bi 5 Mîlyon TL’ye ya li Stenbolê, bifiroşe.  Biryara firotina malê neguhêzbar ê şaredariyê, ji aliyê kesên nêzî qeyûm ve di civîna “Meclîsa Şaredariyê” ya meha Adarê de, hat dayîn. Di çarçoveya biryarê de, wê di rojên pêş de, ji bo firotina avahiyê bihayê zemîn bê diyarkirin û pêvajoya îhaleyê dest pê bike.    2 CARAN NEHAT FIROTIN    Di dema qeyûmê yekemîn ê di meha Mijdara 2016’an hat tayînkirin de jî, avahiya mijara gotinêye 2 caran derxistin firotinê, lê her du caran jî kesekê ne kirî.     Şaredariyê berî tayînkirina qeyûm ev agahî kirî bû û dabû kirê. Ev avahî hîna jî weke navenda rehabîlîtasyonê tê bikaranîn. Qeyûm ev avahî yekemîn car di Kanûna 2018’an de, derxist firotinê. Dema ku qeyûm yekemîn car derxist îhalê bihayê wê bi 3 mîlyon 133 hezar û 930 TL’an diyar kirin. Lê kesekê ev avahî ne kirî. Qeyûm, berî hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an jî, xwest cara duyemîn vê avahiyê bifiroşe û di Çileya 2019’an de derxist îhaleyê. Vê carê bihayê avahiyê heya 2 mîlyon 816 hezar û 370 TL’an daxist, lê dîsan jî tu kesî ev agahî ne kirî.