Li Sêrtê 5 gundên din jî xistin karantînayê 2020-04-06 09:33:30   SÊRT - Walîtiya Sêrtê, ragihand ku 5 gundên din jî xistin karantînayê.   Walîtiya Sêrtê, ragihand ku 5 gundên din jî xistin karantînayê. Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku ji ber vîrûsa koronayê gomên Bîndal û Ankebîl ên girêdayî gundê Bîndal, Ankebîl, Ûrûn, Gundê Kevir, Peyê, Ganêt, Qadis û Awîn yên girêdayî navçeya Şêrwanê xistine karantîneyê. Hat dest nîşan kirin ku gundê Ûrunê ne di karantînayê de ye, lê testa vîrûsa korona ya hin welatiyên gund pozîtîf derketiye. Di daxuyaniyê de, hat gotin ku wê karantina heya 19’ê Nîsanê dewam bike û ev biryar ji ber kesên ji Stenbol û bajarên din hatin gund û pêkanîna karantînayê bi cih neanîne, hatiye girtin.