Li dijî tundiyê daxwaza ‘plana çalakiya lezgîn’ 2020-04-06 13:46:57   ENQERE - DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê, xwestin ku polîtîkayên têkildarî vîrûsa koronayê yên hatin pêşxistin, divê di warê wekheviya zayendî ya civakî de ji nû de bên nirxandin û daxwaza “Plana çalakiya lezgîn” kirin.   Komîsyona Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Meclîsa Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Jinên Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Baskê Bijişkên Jin û Tenduristiya Jinê ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), pirsgirêkên jinan ên di dema şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) pê re rû bi rû man de daxuyaniyek nivîskî weşandin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di pêvajoya pandemînê ya vîrûsa korona (Kovîd-19) de, li dijî beden û keda jinê îstîsmareke mezin heye. Di rewşên awarte yên şer, krîza aborî, erdhej û nexweşiyên şewban de herî zêde beşên xizan, penaber jin û zarok bi bandor dibin. Bergiriyên di demên wiha de tên girtin jî, ne li gorî wekheviya zayendî ya civakîne. Ev jî dibe sedem ku pirsgirêk mezintir bibin. Weke her demê di vê pêvajoyê de jî polîtîkayên zext û îstîsmarê yên li ser beden, ked û tenduristiya jinê carek din derdikevin holê û dibe rojev.”   TUNDIYA DI NAVA MALÊ DE   Di daxuyaniyê de, pirsgirêkên jinan ên di vê pêvajoyê de jiyan wiha hatin rêzkirin:   “*Di malê de mayîn, îstîsmar û tundiya di nava malê zêdetir kiriye. Ji ber vê serlêdanên ji bo xetên alîkariya lezgîn û navendên piştevaniyê pir zêde bûne.   *Di sektora tenduristiyê de, hejmara xebatkarên jin ne pir kême. Ji bo van jinan bergiriyek têr nehatiye girtin. Ev jin neçarin ku di şert mercên xerab û bê parastin de bixebitin. Ev jî dibe sedem ku hem tenduristiya xwe û hem jî ya zarokên xwe bixin talûkê.   * Di vê pêvajoyê de jinên dixebitin destûra bêmûşe ferzî wan tê kirin û bi vê gefê re rû bi rû ne.   *Jin di xizmeta tenduristiyê de rastî pirsgirêkan tên. Jinên ku di şertên ne bi ewle de tên xebitandin, nikarên mafên xwe bi dest bixin.”   LI DIJÎ TUNDIYÊ PLANA ÇALAK A LEZGÎN    Di berdewamiya daxuyaniyê de pêşniyarên ji bo çareseriyê hatin kirin wiha ne:   “* Ji ber vê yekê ji bo pêşî lê girtina vîrûsê divê ji bilî hilberînên bingehîn û neçarî werin rawestandin. Divê van kesên neçarî û ji bo tiştên bingehîn bixebitin jî werin parastin. Çi li saziyên dewletê çi li saziyên taybet divê hemû jin werin parastin.    * Lazime daxwazên jinên xebatkarên tenduristiyê were pejirandin. Lazime jinên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê ne wek destûra bi heq a îdarî were hesibandin. Divê hemû jinên xebatkaren tenduristiyê ji heman mafan sûd werbigirin.    * Em li dijî newekheviya zayendî û neheqiya barê li ser pişta jinê tê hiştin derdikevin. Tenê ne di şertên pandemî de di serdemên asayî de divê parvekirina wekheviyê were dayîn. Çi li saziyê dewletê û çi li saziyên taybet divê ji bo jinên dixebitin destûra dorveger û mûçeyê wekhev were dayîn.    * Di serdema pandemî de pêşî li tundiya li ser jinan were girtin û bi awayek bandor bikeve sepanê. Jinên tundiyê dibînin divê ji xizmetên tenduristiyê û edlî sûdê werbigirin. Lazime xetên serlêdana tundiyê çalak werin xebitîn. Divê hemû jinên tundî li wan tê kirin werin parastin.    * Divê di rewşên wisa de tundiya li ser jinan were belgekirin, tevdîr werin girtin û pêvajoya dozê were birêvebirin. Pêwîste zilamên li jinan tundiyê dikin ji malê werin dûrkirin.    * Xala 11’emîn a qanûna Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) a hejmara 6284’an ku ji bo demek din hatiye hiştin demildest ev biryar paş ve were girtin. Divê efûya îstîsmarkarên cinsî li gorî guhertina yasaya înfazê were derxistin. Divê hejmara 6284’an bi awayek çalak were sepandin û plana çalakiya li dijî tundiya ser jinan bikeve meriyetê.    * Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya jinên dixwazin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û edlî were rakirin û di vê çarçoveyê de saziyen peywîndar birêkûpêkkirina sazîbûn û hiqûqî pêk bînin.