Li ser Sûrên Amedê hewldana întiharê 2020-04-06 14:15:24   AMED – Jinek derket ser Sûrên Amedê û diyar kir ku pirsgirêkên aborî dijî û hewl da ku întîhar bike.   Li navçeya Sûrê ya Amedê, jineke ku navê wê nehat hînkirin, derket ser Sûran û diyar kir ku pirsgirêkên aborî dijî û hewl da ku xwe ji ser Sûran de bavêje û întîhar bike. Ji ber ihtîmala ku jina derketibû ser sûran xwe bavêje ekîbên agirkujê hatin cihê bûyerê û li binî sûran branda vekirin. Polis jî derketin ser sûran hewl dan ku jinê qanih bikin. Piştî saetekê jina ku hewl da ku întîhar bike hat qanihkirin û ew rakirina Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî ya Dewletê.