Erdem: Tu ferqa guhertina vê înfazê ji darvekirinê nîne 2020-04-07 09:01:00   STENBOL – Seroka TOHAV’ê Dîdar Erdem da zanîn ku guhertina yasaya înfazê ya li dijî rêgeza wekheviyê hatiye amadekirin tu ferqa wê ji sepana darvekirinê nîne.    Qanûn ango yasaya guhertina înfazê ya ji aliye Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ve hat pejirandin tê nîqaşkirin û tê nirxandin ku li dijî rêgeza wekheviyê pêk hatiye. Muxalefeta Tirkiyê, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, kes, kesayetên wek rewşenbîran jî li dijî vê guhertinê bertekên xwe tînin ziman.    Seroka Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) Dîdar Erdem guhertina qanûna înfazê nirxand. Erdem diyar kir ku divê guhertina yasayê wek linge duyemîn a tevdîrên li dijî şewbê bigirtina dest û ev yek nekirine û got: “Di guhertinê de hin sûc û hin komên sûc nehatine daxilkirin. Ev jî tê wateya binpêkirina mafê jiyana van kesan.”    ‘WÊ BIBE SEDEMA MIRINA GIRTIYAN’    Erdem anî ziman ku ‘mafê jiyanê’ yek ji mafê destnedayîna Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û got: “Peymanê mafê jiyanê wek mafek destnedayînê nas kiriye. Heke girtî neyên berdan û tevdîrên pêwîst pêk neyên, dê di demek kin de belavbûna vîrûsê muhtemel e. Heke belav bibe jî wê bibe sedemê mirina girtiyên nexweşînên kronîk. Ev guhertin bi cudakarî hatiye amadekirin. Girtiyên siyasî derveyî vê hatine hiştin. Ev yek ne li gorî rêgezên dewleta hiqûqê ye.”    Erdem got gelek girtiyên nexweş hene û divê demildest ev girtiyên li ber asta mirinê werin berdan.    ‘FERQA GUHERTINÊ JI SEPANDINA DARVEKIRINÊ NÎNE’    Erdem da zanîn ku her însan xwedî mafê jiyanê ye û mafê herî bingehîn e û got: “Li dijî vîrûsek wiha kujer divê sepandina înfaza wekhev divê pêk were. Lazime di rewşek wiha de mafê jiyanê yê her kesî hildin bin mîsogeriyê. Divê guhertinek hin berfirehtir a ku mafê jiyanê mîsoger bike were derxistin. Vê rewşê cidî qet li ber çavan negirtine. Vê guhertina ku pêk hatiye jî tu ferqa wê ji sepandina darvekirinê nîne. Cezakirina li ser bedena însan çiqas dijbûn be di rewşek wiha ya vê vîrûsa kujer de nedaxilkirina girtiyên siyasî jî li dijî hiqûqê ye û wan li ber çavan dişînin mirinê. Dibe ku em bi mirinên komî re rû bi rû bimînin. Heta niha tu tevdîrên xurt jî nehatine girtin. Em carek din bang dikin ku tevdîrên xurt werin girtin û hemû girtî werin berdan.”    MA / Erdogan Alayûmat