Xizmên girtiyan: Dev ji vê qanûna newekhev berdin 2020-04-07 09:02:31   STENBOL - Wê îro li meclîsê hevdîtinên ji bo qanûna înfazê ya nû dest pê bikin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku heger ev pêşnûma bi vî halî bê qebûlkirin û bibe qanûn ev li dijî mirovahiyê sûc e û xwestin pêşnûmaya heyî bê betalkirin.    Wê îro li Meclîsa Tirkiyeyê hevdîtinên ji bo pêşnûmaya qanûna înfazê ya nû dest pê bikin. Lê belê girtiyên siyasî daxilî nav vê pêşnûmaya nû nehatine kirin. Xizmên girtiyên siyasî bertek nîşan dan û gotin, heger ev pêşnûma bi vî halî bê qebûlkirin û bibe qanûn ev li dijî mirovahiyê sûc e û xwestin pêşnûmaya heyî bê betalkirin.    Aynete Bûlût ku kurê wê Serhat Bûlût ê 26 salî di Girtîgeha Tîpa T a Cirnê Reş a Rihayê de ye, anî ziman ku wekî kurê wê bi hezaran kes bêsûc girtî ne. Dayik Bûlût, destnîşan kir ku ji bo li ber nekeve kurê wê rewşa li girtîgehê ji wan re nabêje, lê belê di hevdîtina dawî de ji ber ku israr kiriye kurê wê gotiye tevdîr nayên girtin, amûrên paqijiyê yên bi perê xwe dikirin jî nadin wan.    Bûlût, ji bo pêşnûmaya qanûna înfazê  ya nû jî diyar kir ku bi vî halî ne hiqûqî ne jî insanî ye û xwest demildest dev jê bê berdan. Dayik Bûlût, got: "Wekî kurê min bi hezaran mirov bêsûsc girtî ne. Dixwazim dewlet dawî li vê bêhiqûqîtiyê bîne. Ev qanûneke cihêkariyî ye. Tu carî hiqûq ne bûye ehlê kurdan. Va em dibînin, di vê nexweşiyê de jî cihêkarî û bêedaletiyê dikin. Ji ber vê şewbê fikarên me pir bûne. Em tu xeberê ji girtîgehan nastînin. Ev jî dibe sedema zêdebûna fikaran. Demildest divê girtiyên siyasî hemû bên berdan"    DU KURÊ WÎ GIRTÎ NE    Nûrettîn Ildiz jî du kkurên wî girtîne. Kurê wî Îbrahîm (26) di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbîne de hatiye girtin û niha di Girtîgeha Tîpa T a Mêrdînê de ye û kurê wî Alî Haydar (30) jî di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye.   QALIBEK SABÛN 20 TL YE TL   Bav Nûrettîn Ildiz, anî ziman ku piştî şewba coronayê şik û gumanên wan zêde bûne û got, bi telefonê bi zarokên xwe re diaxife û li girtîgehê lê dimînin de tevdîr nayên girtin.    Bav Ildiz, diyar kir ku li her du girtîgehan jî maske û lepikan nadin girtiyan û got, fiyetê amûrên paqijiyê jî pir biha ne. Bav lldiz, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qalibek sabûn bi 20 TL'yî tê firotin û got, ev keysperestî ye. Bav Ildiz, bal kişand ser pêşnûmaya qanûna înfazê ya nû û xwest girtiyên siyasî jî daxilî nav bên kirin.    WÊ KÎ HESAB BIDE?    Ildiz, got: "Li girtîgehan tu tevdîr nayên girtin. Hikûmet ji ewlehiya zarokên me berpisiyar e. Ev pêşnûma bi vî halî bê qebûlkirin û bibe qanûn ev li dijî mirovahiyê sûc e. Heger tiştek bê serê zarokên me wê kî hesab bide? Em dixwazin demildet dev ji vê pêşnûmayê berdin û li gor rêgeza wekheviyê tev bigerin."    MA / Semra Tûran