DFG: 15 rojnameger hatin binçavkirin 8 hatin girtin 2020-04-07 13:35:49   AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, rapora Adarê aşkere kir û diyar kir ku di Adarê de 15 rojnameger hatin binçavkirin û ji wan 8 rojnameger hatin girtin.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFGD) têkildarî zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran rapora meha Adarê amade kir û bi raya gişti re parve kir. Komeleyê anî ziman ku di vê pêvajoya vîrusa corona hemû cîhan xistiye kontorla xwe de zextên li ser çapemeniyê berdewam dikin û wiha got: "Yên herî zêde dikevin bin bandora vê vîrûsê rojnameger in. Ji ber ku rojnameger neçar in civakê ji rastiyan agahdar bikin û li qadê bin. Lê rojnamegerên ku dixwazin gel agahdar bikin, baş nayên parastin û tedbîrên ji bo wan kêm in. Herî zêde rojnameger di bin rîskê de ne. Divê saziyên çapemeniyê û rayedar ji bo rojnamegeran tedbîran bistînin.    Komeleyê anî ziman ku zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran di meha adarê de jî kêm nebûye û wiha got: "Di meha Adarê de rojnamegerên ku agahiya Endamên MÎT'ê yên li Libya jiyanaxwe ji dest dan kirin nûçe rastî lêpirsînê hatin û hatin girtin. Der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin. Xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşam û Yenîçagê û xebatkarên Oda TV bûn hedef û hatin binçavkirin. Piştre jî hatin girtin. Tenê sûcê wan agahiyên ku dewletê veşartin bi raya giştî re parve kirin. Li gel hemû bertek û îtîrazan dîsa rojnameger girtî ne. Girtina rojnamegeran darbeya herî mezin a li dijî azadiya ramanê ye. Em dixwazin bi taybetî divê pêvajoyê de hemû rojnaemger serbet bêne berdan."    DFG'ê anî ziman ku ji 11'ê Adarê heta niha zextên li ser rojnamegeran bêtir zêde bûne û rojnameger û bikarînerên medya civakî ji ber agahî û nûçe parve kirine der barê wan de lêpirsîn hatine vekirin. Komeleyê da zanîn ku ev nîşan dide ku dewlet parvekirina rastiyan tehamul nake.    ROJNAEMGERÊN HATIN KUŞTIN BIBÎR ANÎN   DFGD'ê bi minasebeta 6'ê Nisanê Roja Rojnamegerên Hatin kuştin jî, rojnamegerên hatine kuştin bibîr anîn û rapora daneyan wiha aşekere kir: "Li Tirkiyeyê 103 rojnaemger hêj girtî ne. Di meha Adarê de 15 rojnameger hatin binçavkirin û ji wan 8'ê rojnaemger hatin girtin. Der barê 12 rojnaemgeran de lêpirsîn hat vekirin. Der barê rojnamegerekî de doz hat vekirin. Li 5 rojnamegeran cezayê girtîgehê hat birîn. 18 rojnameger hatin darizandin û derketin pêşberî dadger. Malperek înternetê hat astengkirin. 1 rojnameger ji kar hat avêtin.