Di qawîşa 7 kesî de 29 kes dimînin û 2 girtî xistine karantînayê 2020-04-07 14:03:36   AMED – Girtiyê siyasî Rahmî Geylanî yê ji Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin li malbata xwe geriya û ragihandiye ku di qawîşa 7 kesî de 29 kes dimînin û 2 kesan xistine karantînayê.    Rahmî Geylanî yê salek û nîv e li Girtîgeha Sîlîvriyê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê ragirtin bi telefonê li malbata xwe geriya û behsa metirsiyên koronayê yên li girtîgehê kir. Birayê Geylanî, Fahrî Geylanî diyar kir ku birayê wan ragihandiye ku di qawîşa 7 kesî de 29 kes dimînin û ji ber şewba koronayê divê girtî werin berdann.    DI QAWÎŞA 7 KESÎ DE 29 KES DIMÎNIN    Geylanî behsa hevdîtina telefonê ya li gel birayê xwe kir û wiha got: “Birayê min girtiyek nexweş e. Divê were emeliyatkirin. Lê nayê emeliyat kirin. Nexweşîna şeker pê re heye. Yek ji wan nexweşên kronîk e. Ev têrê nake di qawîşên 7 kesî de 29 kes dimînin. Kelûpelên paqijiyê nadin wan. Dezenfektana wan nîne. Pêdiviyên paqijiya wan rojane jî nadin wan. Ji me re got ‘niha du hevalên me xistine karantînayê û em nizanin rewşa wan çawa ye.’ Diyar dikin ku ji ber koronayê hatine astek talûke. Ev rewş her tiştî radixe ber çavan.”