Hinceta cezayê li Mizrakli birîn îfadeya îtîrafkar a ‘ji dil e' 2020-04-07 14:19:56   AMED - Dadgeha biryara bi hincet a der barê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli de Aşkere kir. Dadgehê di biryarêde hincet îfadeya îtîrafkar Hîcran Berna Ayverdî, endamdiya KCD û Komeleya Sarmaşik nîşan da.    9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi sucdariya “Endamtiya rêxistinê" 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli birî bû. Dadgehê biryara bi hincet aşkere kir. Dadgehê di biryara bi hincet de 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê ku li Hevşaredar Adnan Selçuk Mizrakli birî ye îfadeya îtîrafkar Hicran Berna Ayverdi esas girt. Heyetê dîsa ji bi hinceta Mızrakli endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KDC) û Komeleya Sarmaşikê ye wekî endamê rêxistinê nîşan da. Heyetê di hinceta biryarê de bi berfirehî cih da îfadeya îtîrafkar Hicran Berna Ayverdî. Dadgehê da zanîn ku Ayverdî bi awayekî çalak ji hikmê poşmaniyê sûd girtiye û Ji Dil îfade daye û bi berfirehî agahî dane." Heyetê dîsa endamtiya KCD'ê û Komeleya Sarmaşikê jî wekî sûc dît.    MA / Aydin Atay