Li gundên qedexe îlan kirin telefon jî qut bûn 2020-04-07 14:57:36   MÊRDÎN - Li 3 gundên Kerborê piştî operasyona eskerî û îlankirina qedexeyan, telefonên gundan jî qut bûn û şebekeyên telefonan nakişînin.    Li gundên Xirbê Şabikê, Baskîl Kevîl û Dêrqûbê yên navçeya Kerboran a Mêrdînê ji ber operasyona leşkerî qedexeya derketina kolanan hatin îlankirin. Qedexeya derketina kolanan saet 23.00’yê şeva 6’ê Nîsanê dest pê kir. Piştî qedexe hatin îlankirin û operasyona eskerî dest pêkir, şebekeyên telefonan ên gund jî qut bûn. Xizmên welatiyên li gund xwestin xwe bigînin xizmên xwe. Lê ji ber şebeyekên telefonan nakişînin, welatî ketin nava fikaran.    Hat diyar kirin ku keya ji mizgeftên Gundê Xelîla û Îwanê hişyariya “Ewlehiya taybet" dike. Tekildarî "Herêma taybet" heta niha tu daxuyaniyên fermî nehat dayîn. Li 2 taxên ku banga "Herêma taybet" tê kirin heta meha nisanê derketina dervê gund qexe bûn. Ji bo kes neçin wan gundan bang dihatin kirin. Welatiyan diyar kirin ku nebûne şehidê şer.