HDP'ê li Bismilê 3 hezar û 500 maske belav kirin 2020-04-07 15:38:17   AMED - Rêxistina HDP'ê li Navçeya Bismilê ya Amedê li dijî şewba vîrûsa corona (Covît-19) 3 hezar û 500 maske li welatiyan belav kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navçeya Bismilê ya Amedê 3 hezar û 500 maske belav kir. Hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz yên ji peyvirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û rêveberên HDP'ê yên Bismilê li kolanê û taxan maske belav kirin. Dema maske belav dikirin navbera endam û rêveberan a kesan bal kişand ser xwe. Li kolan û taxan bi giştî 3 hezar û 500 maske belav kirin û gel der barê parastina vîrusê de agahdar kirin.