Di hefteyekê de 5 bijîşk bi vîrûsê mirin 2020-04-07 19:28:45   STENBOL - Odeya Tabiban a Stenbolê, diyar kir ku endamê Odeya wan Dr. Mehmet Ulusoy ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da. Heta niha bi giştî 5 bijîşkan ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest dan.    Odeya Tabîban a Stenbolê, diyar kir ku endamê odeya wan û Pisporê Mîkrobiyolojî yê Nexwexxaneya Meltem a Taybet a Stenbolê Dr. Mehmet Ulusoy ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest daye. Di 1'ê Nîsanê de Profesor Dr. Cemil Taşçıoglu, yekem bijîşkê ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dabû. Li Edîrneyê Pispora Patolojî ya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa Prof. Dr. Feriha Oz a 87 salî, ji ber şewba Covid-19 li Fakulteya Tipê ya Edîrneyê jiyana xwe ji dest da. Li Îzmirê jî Hekîmê Cihê Kar Dr. Muharrem Îdîz ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da. Pisporê Nexweşiyên Çavan Op. Dr. Nurettin Mutluergil jiyana xwe ji dest dabûn. Heta niha bi giştî 5 bijîşkan ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest dan.