Mexdûr kirin bersûc 2020-04-08 09:01:59   ANTALYA - Der barê du xwendekarên ku bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabûn û gilî kiribûn, bi îdiaya "birîndarkirin û gefxwarinê" îdianame hat amadekirin. Parêzer Ebedîn Altinkaynak, destnîşan kir ku mexdûr bûne bersûc.    Di 1'ê Mijdara 2019'an de li xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê Alî Butkul, Şerîf Saribûlak û Ahmet Biçer bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabûn û birîndar bûbûn. Li ser vê xwendekaran li Serdozgeriya Komarê ya Korkûteliyê giliyê êrîşkaran kiribûn. Piştî vê êrîşkarana jî giliyê her sê xwendekarên kurd kiribûn.    Îdianameya dozgeriyê qebûl kiribû, Dadgeha Ceza ya Asliye jî qebûl kir. Di îdianameyê deButkul û Saribûlak bi îdiaya "birîndarkirin û gefxwarinê" hatine tawanbarkirin.    MEXDÛR KIRIN BERSÛC    Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê Parêzer Ebedîn Altinkaynak, anî ziman ku lêpirsîneke çalak nehatiye kirin. Parêzer Altinkaynak, diyar kir ku dozgerî bûye wekî şerekî ji rêzê yê xwendekaran nirxandiye. Altinkaynak, bilêv kir ku ji ber ku ewlehiya xwendekaran tunebû xwendekar mecbûr mane dev ji dibistanê berdin û got, lê belê di îdianameyê de wekî ku xwendekarên kurd êrîş kiribûn hatiye nîşandan û der barê wan de doz hatiye vekirin.    Altinkaynak, destnîşan kir ku dozger xwendekarên mexdûr kiriye bersûc û got, dadgeh dixwaze dossyeyê bigire.    MA / Hamdûllah Kesen