Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Menguç: Hikûmet di vê krîzê de jî li pey kesyperestiyê ye 2020-04-08 09:04:45     STENBOL - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Bijîşk Samet Menguç, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de karantîna, îzolasyon û tecrîd girîng in. Lê belê Menguç, bal kişand ser kêmasiyên hikûmetê yên di vê pvajoyê de jî û got: "Îqtidar, di her krîzê de ji bo pêşeroja siyaseta xwe li pey kesyperstiyê ye. Di serdema vê şewbê de jî li pey keysperestiyê ye."    Li Tirkiyeyê ji ber vîrûa coronayê her diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Lê belê rêxistinên pîşetî yên tenduristiyê destnîşan dikin ku di vî warî de tevdîrên ku hikûmet digire kêm in. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Bijîşk Samet Menguç, nêzîkatiya hikûmetê û awayê têkoşîna wê ya li dijî şewba Covîd-19'yê nirxandin.    NÊZÎKATIYA HIKÛMETÊ YA JI BO ŞEWBÊ    Menguç, destnîşan kir ku piştî şewb li her welatî belav bû paşê tevdîr hatine girtin û got: "Ewilî 372 hezar kes ji derveyî welat hatin Tirkiyeyê. Ev kes nehatin karantînakirin. Bi biryareke siyasî nêzî 100 hezar penaberên li welat ber bi sînorê Yûnanîstanê ve şandin. Hefteyek şûnde careke din van penaberan anîn nav welat. Ev liv û tevgeriya nifûsî ji bo şewbê liv û tevgereke pir xetereyî bû. Kesên ji umrê hatin jî piraniya wan di grûba xetereyî de bûn. Gava ev 21 hezar kes vegeriyan, gelek jê nehatin karantînakirin. Yanî ne mimkun e ku mirov bêje hikûmet bi awayekî çalak û bibiryar li dijî vê xetereyê têkoşiyaye."    SÊ RÊBAZÊN GIRÎNG    Menguç, anî ziman ku di têkoşîna li dijî şewbê de sê rêbazên girîng; "karantîna", "îzolasyon" û tecrîd" e. Menguç, destnîşan kir ku lê belê li Tirkiyeyê hê nû bi awayekî giştî pêvajoya karantînayê dest pê kiriye û got: "Çimkî hema bêje li seranserê welêt mirov bi vê şewbê ketine û belav bûye."    HEJMARA KESÊN BI ŞEWBÊ KETINE   Bijîşk Menguç, anî ziman ku li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewbê ketine zêdetirî hejmarên Wezareta Tenduristiyê ne. Menguç, diyar kir ku di vî warî de li ber destên wan hejmarine pir zelal tunene, lê belê di demên dawî de TTB û Odeyên Bijîşkan ji bo daneyên di vî warî de parve bikin dest bi xebatê kirine û got: “Li bajarên mezin ên wekî Stenbol, Îzmîr, Edene, Riha û Amedê em ê li gor daneyên xebatkarên tenduristiyê hejmara nexweşên testên wan pozîtîf û negatîf derketine parve bikin. Lê belê li gorî agahiyên ji qadê tên ber destên me û li gor mînakên cîhanê yên der barê vê şewbê de em dibînin ku daneyên ku Wezareta Tenduristiyê parve dikin û yên digihên ber destên me ne wekhev in. Li Tirkiyeyê hejmara nexweşan li gor testên pozîtîf tê aşkerekirin. Lê belê kesên tên etdawîkirin, lê belê encama testên wan nediyar an jî negatîf dertên lê dîsa tên tedawîkirin pir in."    Her wiha Menguç bal kişand ser "Kampanyaya Piştevaniyê ya Neteweyî" jî û got: "Ev kampanya girîng e. Lê belê em dibînin rêxistinên pîşeyî yên wekî TTB'ê daxilî nav vê yekê nayên kirin. Ev yek jî nîşan dide ku îqtidara siyasî bi feraseta ji bo esasgirtina berjewendiyên xwe yên siyasî tev digere. Îqtidar, di her krîzê de ji bo pêşeroja siyaseta xwe li pey kesyperstiyê ye. Di serdema vê şewbê de jî li pey keysperestiyê ye."    NE DIYAR E WÊ HEYA KENGÎ BIDOME    Menguç, anî ziman ku mirov nikare teqez bibêje wê ev şewb heya kengî dewam bike û got: "Belavbûna şewbê ne girêdayî faktorekê tenê ye. Gelek hêlên wê yên diyarker hene. Di vir de rola pergala etnduristiyê, rewşa aborî, rewşa çandî, perwerdehî û demokrafîk a welat girîng e. Gava em bi mînakên li cîhanê re danberheviyekê bikin, belkî 2-3 meh an jî hê zêdetir dewam dike. Çêkirina testa a rast ne ji bo tedawiyeke mutleq e, lê belm testeke pir girîng e biyolojîk e. Lê mixabin em TTB me gelek caran gazî Wezareta Tenduristiyê kir, lê belê Tirkiye pir dereng test belav kirin."    MA / Erdogan Alayûmat