Xizmên girtiyan: Heger komkujiyek çêbibe berpirsiyar dewlet e 2020-04-08 09:05:32   ENQERE - Xizmên girtiyan bertek nîşanî qanûna înfazê ya nû dan û gotin, heger li girtîgehan kes ji ber vîrûsa coronayê bimirin berpirsiyar dewlet e.    Li girtîgehan nêzî 300 hezar girtî û hikumxwar bi xetereya vîrûsa coronayê (Covîd-19) re rû bi rû ne. Ligel vê li meclîsê hevdîtinên ji bo qanûna înfazê ya nû ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatiye kirin didomin.    ‘NEBIN KUJERÊ ZAROKÊN ME'    Nazîfe Sutçu ku kurê wê Îbrahîm Sutçu di Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê de ye, diyar kir ku kurê wê 6 sal girtiye û 7 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Sutçu, got: "Kurê min tê tecrîdkirin, tê îşkencekirin. Çima vê muameleyê li xwendekarekî dikin. Mirovên xwende îşkence dikin. Lê radibin diz û xespvanan berdidin."    Sutçu, bang li hikûmetê kir û got: "Berî ku ji girtîgehan cenaze derkevin her kesî berdin. Vîrûsa coronayê cihêkariyê nake, her kesî dikuje. Kesek bimire berpirsiyar hûn in. Nebin kujerê zarokên me. Tu dewlet î divê tu hel bikî."    Gulîstan Ozdemîr ku birayê wê Abdulazîz Ozdemîr di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de ye, anî ziman ku birayê wê 27 sal in girtiye û gelek nereihetiyên wî hene û got: "Ji ber şert û mercên girtîgehê û ji ber temenê wî binyeya wî zihîf bûye. Berê jî baş nedihat tedawîkirin, lê niha bi temamî nayê tedawîkirin. Ji ber vê em ditirsin. Ji bo berdana wî me serlêdan kir. Gava em li vê pakêta cihêkar mêze dikin, şik û gumanên me zêde dibin."    ‘BERPIRSIYAR DEWLET E'    Abdulvahap Oynaş ku keça wê Dîlan Oynaş girtiye û 4 sal in di Girtîgeha Jina ya Sîncanê de ye û got: "Heger ji ber vîrûsa coronayê tiştek bê serê zarokên me berpirsiyar dewlet e." Oynaş, bang kir ku girtiyên siyasî bên berdan û got: "Dest nedin mafê jiyanê yê zarokên me. Rewşa wan di xetereyê de ye."    NAYÊN PARASTIN    Vedat Ograş ku birayê wî Cîhat Ograş di Girtîgeha Tîpa T a Afyonê de ye, bal kişand ser şert û mercên paqijiyê yên li girtîgehan û got: "Ne mimkun e ku vîrûs li cihên qerebalix ên wekî girtîgehan belav nebe. Qadên hewadariyê kêm in, qawîş qelebalxi in û girtî ne. Her wiha baş xwarinê nadin wan û ji ber vê binyeya wan zihîf e. Girtî li dijî vîrûsê nayên parastin. Bêyî cihêkarî bê kirin demildest divê her kes bê berdan."    Elîf Ozdemîr ku birayê wê Cîhat Ozdemîr ê pençeşêrê lê peyda bûye û di Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê de ye, got: "Gelek hikûmet di çarçoveya tevdîrgirtinê de girtiyan serbest ber didin."   Ozdemîr, destnîşan kir ku divê girtiyên siyasî jî daxilî nav vê qanûnê bê kirin û rêgeza wekheviyê pêk bê.    MA / Emrûllah Acar