Aytaç: Dema kirdeyê şoreşgerî tune be qeyran her tiştî teslîm digire 2020-04-08 10:32:01      MÊRDÎN - Zanyarê Siyasetê Ahmet Murat Aytaç, têkildarî qeyrana heyî nirxandin kir û anî ziman ku dema muxaletetek xurt a siyasetê an jî kirdeyê şoreşgerî tune be, qeyran pergalê diguhere û teslîmiyetê pêş dixe.    Li welatên cîhanê ji ber şewba gerdûnî vîrûsa corona (Covid-19) her roj bi hezaran mirov dimirin. Li gel bi mehan dem derdbas bû hêj dermanê vê nexweşiyê nehatiye dîtin. Tedbîrên ku dewlet li gorî xwe digirin jî encamê bi dest naxe. Niha hemû dewlet li hemberî vê vîrûsê bê çare mane û dixwazin zêdetir civakê di halê xwe de bihêlin û civak li çareya serê xwe binere. Gelek rewşenbir û ramanger vê tabloyê wekî "Têkçûna kapitalizmê ye" pênase dikin.  Bi vê şewbê re peragla kapitalist bû mijara niqaşê. Dîsa tezên ku pergala sosyalizmê derdixin pêş hene.    'RASTÎ VEŞARTIN'    Hîndekarê Zanistiya Civakî ya Zanîngeha Enqereyê û Zanyarê Siyastê Alk. Doç. Dr. Ahmet Murat Aytaç ku bi KHK'ê hatiye îxrackirin, geşedanên têkildarî vîrûsa corona û qeyrana aborî di rojevê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Aytaç, anî ziman ku berî her tiştî pêdiviya mirovan bi agahdariya rastiyan heye û wiha got: "Niha rastî têne reşkirin. Li ser bijîşk û lijneya zanînê zext hene. Hemû welatên cîhanê li hemberî vê şewba heyî ne amade bûn. Pispor diyar dikin ku ji bo rê li pêş belavbûnê bigirin rêya herî bi bandor 'Teşhîskirin û îzolasyon e'. Ev tenê têr nake. Divê tevgera civakî jî bê rawestandin. Lê niha gelek kesên ku bi şewbê ketine nehatine teşhîskirin û ji tevgera civakî nehatine qutkirin. Niha Koreya Başûr ku bi bi şewba SARS û MERS'ê re têkoşiya ye heye. Mixabin ji ber ku niha hê derman nehatiye dîtin, li Koreya Başûr û Îtalya her çend tedbîrên zêde hatin stendin jî, bisînorkirina tevgerê, têr nake û her ku zêde belav dibe dihêle ku bêtir sînorkirinê hişk bike. Niha Tirkiye jî tenê hewl dide ku bi sînorkirina têkiliyên civakî rê li pêş bigire. Ewil îqtîdarê, di her mijarên krîtîk ku civakê eleqeder dike de agahî bi sînor kirin û ev yek li ser medyayê jî meşand. Medya kir amûra propagandayê. Ewil diyar kirin ku dê li Tirkiyeyê her kesî di destê re derbas bikin. Lê piştre derket holê ku li şûna alîkariyê bide welatê xwe, alîkariyê dide welatên derve. Di vê pêvajoya ku herî zêde mafê mirovan bi agahiya rast heye de, rastiya bûyerê miriyan veşartin. Ji bo agahiyan bi civakê re parve nekin zext li ser bijîşk û lijneya zanîstiyê kirin."    'NEXWEŞ HEM MEXDÛR HEM RÎSTA TALÛKEYÊ YE'    Dr. Ahmet Murat Aytaç, anî ziman ku dema miroven nexweş dikeve, bêdir eleqeyê dixwaze û ev tiştekî pêwist e û wiha got: "Pêdivîya kesekî nexweş herî zêde bi parastin û eleqeyê heye. Lê ev şewba ku belav dibe cuda ye. Mirov hem ji bo xwe û hemberê bi parêze dikeve bin berpirsiyariyekê. Her mirovê bi vê nexweşiyê dikeve, xwe wekî mexdûrê vê nexweşiyê dibîne. Disa ger ku tedbîr negire dê bibe sedema ku nexweşiyê bigîne kesê din û faîlê nexweşiyê hîs bike. Ev nakokî hem nexweş mexdûr dike hem jî dike talûkeya rîskê."      Muxalefeta sosyalist, netenê di mijara şewbê de, di hemû felaketên mezin de meseleyê bi hilweşîna kapitalizmê ve girê dide. Ev nêzîkatî ne bê sebeb e. Mînak erdhej pêk tê. Piştre li pey erdhejê tsunamî pêş dikeve. Ev rê li pêş facîaya nukleerî vedike. Bi vê yekê re jiyana civakî felç dibe. Ev li pey xwe qeyrana aborî tîne. Rê li pêş travmayên civakî û derûnî vedike. Dîsa bi xwe re şewbek din pêş dixe. Malbat belav di dibin. Têkiliyên civakî qut dibin. Ev geşedan nişan didin ku kapitalizm di nava hilweşînekê de ye.   'KAPÎTALÎZM XWE JI XWÎNA BIRÎNÊ XWE XWEDÎ DIKE'    Niha Serokê DYA Trump, fermanê dide General Motors ku cîhazên bêhnê hilberîne. Dîsa ji bo parastin û izolasyonê dê bi xwe re setrokênnû ava bike. Kapitalizm di van rewşên wisa de rîskên nû ava dike û xwe ji pergalê xwedî dike. Kapitalizm hinekî jî di mitolojiyê de dişibe pelikanan. Di rewşê talûkeyê de xwe ji xwîna birînên xwe xwedî dike. "      Aytaç, anî ziman ku rojên netewperestên ku xwedî fikrên teng in bêtir dengê xwe bilind bikin li benda me ne û wiha got: "Gelek ramanger diyar dikin ku piştî ev şewb bi dawî bibe dê her tişt ne wekî berê be. Lê em ji bîr nekin ku beriya şewbê jî cîhan ne tiştekî zêde bihata metihkirin. Em îro li Çînê dibînin ku ji bo bi vê şewbê re têbikoşin, şebekeya çavdêrî û venêrtinê zêde pêş xistine. Ev di çavdêriya her kesî de pêş dikeve. Li Tirkiyeyê jî sepantinên bi vî rengî êdî tên xwestin."     HIKÛMETA TIRKIYE JI BER NIKARE MALIYETA ABORÎ PÊŞWAZÎ BIKE, JI GEL ALÎKARIYÊ DIXWAZE'    Murat Aytaç, anî ziman ku li Tirkiye hikûmet ji ber şewbê aboriya bibe bersîv tune û ji ber vê yekê ji bo maliyeta aboriyê alîkariyê ji gel dixwaze û wiha axivî: "Bloka AKP-MHP'ê di qeyranên civakî ango afetên xwezayî de berê jî di bin navê piştevaniyê de alîkariyên bi vî rengî ji gel xwest. Bi vê alîkariyê re dê nerilêtî an jî fikara ku şandina perayan a Vakfê Îslamê jî dê pêş bikeve. Ji ber ku pratîkên bi vî rengî hene."    Aytaç, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo bi şewbê re derkevin serî ji ewil de gelek tişt bi sînor kirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê OHAL îlan kirin. OHAL hêj bi awayekî fîîlî di meriyetê de ye. Kesên fikrên xwe aşkere dikin li ser wan zext heye. Ji kar tên avêtin an jî qeyûm tayînî şûna wan dikin. Divê mirov vê yekê di çarçoveya OHAL'a nehatiye îlankirin de bifikire. Mînak li girtîgehê tedbîr têne girtin. Lê yên sûcdarên 'Terorê' li dervê sînor têne hiştin. Mirov ji bo mafê xwe hin rexne dikin. Lê ev yek li Tirkiyeyê wekî “teror” têne pênasekirin. Divê pênaseya vê yekê rast bê kirin û bê rastkirin. Divê vênaseya sûcê 'terorê' rast û li gorî cewherê wê bê kirin. Ger ku wisa neyê kirin gelek mirov ji mafê xwe yê herî rewa bêpar têne hiştin. "    'MAL JI BO HER KESÎ NE CIHEKÎ EWLE YE'   Aytaç, herî dawî destnîşan kir ku ji ber şewbê "derneketina ji malê" di rojevê de ye û wiha bi dawî kir: "Ev yek li ser derûniya mirov bandorên pir xerav ava dike. Mirov nikare bêje mal ji bo her kesî cihekî ewle ye. Bifikirin li Tirkiyeyê demekê întîharên komî li malan pêş ket. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje li Tirkiye mal cihên bi ewle ne."    MA/ Ahmet Kanbal