Dr. Ciwan Mistefa: WHO alîkariyê naden Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2020-04-08 10:55:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, nêzîkatiyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) yên li hemberî herêmê rexne kir û destnîşan kir ku hewldanên rêveberiyê yên bi armanca bidestxistina alavên pêşketî yên li dijî Koronavîrusê berdewam in. Di vê pêvajoya ku vîrûsa corona (Covît-19) belav  dibe de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku dê alîkariya tenduristî bide. Lê niha WHO alîkariyêdine hin welatan û alîkariyê nade hin welat û beşên civakê. Ev yek bû sedema rexne û nerazibûnan. Bi taybetî ji ber ku WHO‘yê desteka tibî pêşkêşî hikûmeta Sûriyê û herêma Idibê ya ku ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra ve ya ku desteka xwe ji Tirkiyê dike, kir, pêwîstî û alavên tibî yên li dijî vîrusa Koronayê ji wan re şandin. Dîsa WHO‘yê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku zêdeyî 5 milyon mirov lê dijîn, ji alîkariyên tenduristiyê bê par hişt. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re re axivî. Dr. Ciwan Mistefa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku têkiliyên wan bi rêxistinên tenduristiyê re hene got: "Beriya derketina vîrusa Koronayê em hertim bi rêxistinên tenduristiyê re, bi taybet Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re di nava têkiliyan de ne, piştî Koronayê derket û gihişt dewletên cîranê, ev têkilî zêdetir bûn. Heta vê kêliyên têkilî berdewam in."   Mistefa, anî ziman ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê erka xwe ya mirovî baş bi cih neanîne û ta vê kêliyê tu alîkariyên tibî pêşkêşî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekiriye û wiha got: "Em zehmetiyan dikişînin da ku hevkariyeke li gorî ku tê xistin bi Rêxitina Tenduristiyê ya Cîhanê re çêbikin ji bo ku nimuneyên tibî yên kesên gumanbar bişînin laboratûarên Şamê."   Dr. Ciwan Mistefa nêzîkatiyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rexne kir û diyar kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê destekê dide hikûmeta Sûriyê û herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin yên ku Cebhet El-Nusrayê lê belav bûne û wiha berdewam kir: ""Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rêxistineke navneteweyî ye, jê tê xwest desteka hemû gelan bike, ji ber ku rêxistineke mirovî ye. Lê mixabin desteka tenduristiyê tenê daye hikûmeta Sûriyê, di demên dawî de jî destek  da herêmên ji aliyê dewleta Tirk  û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û herêmên di bin serweriya Îtîlafa Sûriyê de."   Mistefa diyar kir ku hewldanên wan ên bi armanca bidestxistina alavên tibî mîna yên ku gihiştine herêmên hikûmeta Sûriyê û yên ji aliyê Tirkiyê û Cebhet El-Nusra ve hatine dagirkirin, ji WHO‘yê re berdewam in.   Mistefa her wiha destnîşan kir pêwîstiya herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi desteka tenduristiyê heye û wiha domand: "Di vê merheleyê de pêwîstiya me bi alava PSR heye, ev alavek tibî pêşketî ye, nexweşên Koronavîrusê keşif dike. Her wiha teşxîsa dawî ya diyarkirina nexweşên vê vîrusê çêdike. Ev alav gelekî girîng e, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîne, tenê li laboratûariya navendî ya Şamê heye. Di demên dawî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê da çeteyên Tirkiyê yên li herêma Idlibê."   Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku ji ber ku bûyerên li welêt rû dan, binesaziya tenduristiyê ya li herêmê qels bû, pêvidvî bi jinûve avakirin û sererastkirinê heye û got: "Pêwîstiya gelemperiya Sûriyê, bi taybet bakur û rojavayê wê bi dermanên taybetî yên ji bo nexweşiyên kronîk, dermanên penceşêrê û dermanên ku arîkariya laşê li dijî vîrusan, mîna Koronayê zêde bikin, heye."