Nesrîn Nas: Divê dewlet ji siyasetmedar û rojnamegerên girtî lêborînê bixwaze 2020-04-08 11:12:33 STENBOL - Nivîskar û siyasetmedar Nesrîn Nas diyar kir ku îqtîdara AKP'ê vîrusa corona wekî amûrê bikar tîne û dixwaze bike wekî serkeftina tenduristiyê û wiha got: "Divê dewlet ji xeynî ku rojnameger û siyasetmedaran têxe nava zagona înfazê, jê wêdetir divê ji wan lêborîn bixwaze."    Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa corona hêjmara kesên jiyana xwe ji desd didin zêde dibin. Di 24 saetên dawî de 76 kesên din jî mirine. Heya niha li Tirkiyeyê bi giştî 725 kes mirine. Dîsa heta niha 34 hezar û 109 kes bi şewbê ketine.  Jiber ku şewb li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibe, bandora xwe li ser girtiyan jî dike. Niha li teahiya girtîgehan girtî di bin rîska şewba vîrûsê de dijîn. Niha li meclîsê zagona înfazê tê niqaşkirin. Li dijî zagona înfazê ku cudakariyê dixe nava girtiyan her ku diçe bertek û nerazibûnên civakê zêde dibin. Aborînas, siyasetmedar û nivîskar Dr. Nesrin Nas, diyar kir ku polîtîkaya AKP’ê, bi têkoşîna li dijî vîrûsa corona bêtir aşkere bû û wiha got: "înatbûn bêtir dibe sedem ku mirin zêde bibe. Guhertina zagona înfazê bi vî şiklî anîn meclîsê û di Komîsyona  Edaletê re derbas kirin nayê qebûlkirin. Di vê pêvajoya şewbê de herî zêde girtî di bin rîskê de ne. Bi înatbûnek wisa, dê bêtir mirov jiyana xwe ji dest bidin."    Nas, anî ziman ku li girtîgehan girtiyên siyasî û rojnameger hene û wiha axivî: "Rojnameger û siyasetmedaran bi zorê têkiliya wan bi terorê re çê dikin. Divê bi lez rojnameger û siyasetmedaran têxin nava vê zagonê. Li gel xistina nava zaona  înfazê, divê dewlet ji rojnameger û siyasetmedaran lêborînê bixwaze. Em dixwazin bi lez serbest bêne berdan."   MA / Îdris Sayilgan