Bapîrê 2 zarokên li Çinarê mirin ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da 2020-04-08 13:48:13   AMED – Bapîrê 2 zarokên li navçeya Çinarê di hilweşanîna malê de mirin Ahmet Demîroglû krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji desta da.   Li gundÊ Barê yê navçeya ÇinarA Amedê, di 4’ê nîsanê de malek ax hilweşiya û malbata ji 8 jê zaroka 10 kesan pêk tê birîndar bûn. Du xwişk û birayên hev Guneş Demîroglû ya 14 salî û Dîndar Demîroglû yê 15 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Bapîrê 2 zarokan Ahmet Demîroglû yê 65 salî îro di saetên sere sibê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, Ahmet Demîrgolû rakirin Nexweşxaneya Zanîngehê ya Dîcleyê. Ligel hemû mudaxileyan jî Demîroglû jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Demîroglû wê li kêleka gora du neviyên xwe bê definkirin.   Hat diyar kirin ku tu nexweşiyekê Demîroglû nebû û ji ber xemgîniya nevîyên xwe krîza dil derbas kiriye.