Îdeaya li Girtîgehae Şakran a Zarokan zarokê 17 salî întîhar kir 2020-04-08 15:58:11   ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakranê ya Zarokan hat îdeakirin ku  zarokê 17  salî Ali Erdogan întîhar kiriye. Malbatê diyar kir ku li ser bedena zarokên wan Erdogan şopên reş  û şîn hene.    Li Girtîgeha Şakranê ya Zarokan hat îdeakirin ku zarokê 17 salî Ali Erdogan yê 2 meh in girtî ye, întîhar kiriye. Hat îdeakirin ku Alî Erdogan di 4'ê Nîsanê de li odeya xwe, întîhar kiriye. Malbatê diyar kir ku li ser bedena zarokên wan Erdogan şopên reş  û şîn hene. Pismamê Alî ERdogan Abdulkadir Erdogan, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê diyar kirine ku şemiya borî saet di 19.00'an de  bûyer pêk hatiye. Erdogan, anî ziman ku tu sedemên ku pismamê wî întîhar bike tune. Dibe ku ji ber zext zêde lê hatibin kirin întîhar kiribe û wiha got: "2 meh berê hat girtin. Me dizanibû ku dê bi vê zagona înfazê bê berdan. Kesekî pir erênî û baş difikirî. Em wateyê nadin întîhara wî. Psîlokogê girtîgehê jî ji mere got kesekî pir kêfxweş e.    DÊ TESTA VÎRÛSÊ BIKIN   Pismam Erdogan, da zanîn ku dê cenazeyê Alî Erdogan li Saziya Tipa Edlî ya Îzmirê testa vîrûsa corona bikin û wiha got: "Dê li Saziya Tipa Edlî testa vîrûsa corona bikin. Ger ku di destê de vîrûs derkeve dê bişînin Saziya Tipa Edlî. Dema me li morgê Alî dît, laşê wî reş û şîn bûbû û şop hebûn. Me pirsa vê yekê kir, lê kesî bersîv neda me. Çi li Alî hat, çima jiyana xwe ji dest da? Em nizanin. Rêveberiya girtîgehê jî agahî nade me. Cenazeyê me jî nedan me. Em li benda encama testê ne.    Malbata Erdogan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dan û alîkariya hiqûqî xwestin.