ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-09 09:00:07   * Li bajarên herêmê di nava 4 salan de 21 jê zarok 22 welatiyan ji ber teqemeniyên ne teqiyayî ên li pey operasyonên eskerî mane can dan. Welatiyên ku di navde zarok û mezin hene an li cem pez, an jî di nava bax û bostanên xwe de kar dikirin bûn qurbanên van teqemeniyan.    * Mehmet Emîn Gezer ku di êrîşeke DAIŞ'ê de birayê wî jiyana xwe ji dest da û ew felcî bû, xwişka wî û birayeyk wî jî bi salan e di girtîgehê de ne. Gezer, diyar kir ku xiwşk û birayê wî bi xetereya şewba coronayê re rû bi rû ne û ji bo qanûna înfazê ya nû jî bang kir, got: "Hûn ê nikaribin ji bin vî barî derkevin."    * Pêşnûmaya qanûna înfazê ji bo rojnameyên muxalif neçin girtîgehan ber destê girtiyan hin xalan di xwe de dihewîne. Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Parêzer Tûgay Bek, diyar kir ku ev yek li dijî hiqûqê ye û got: "Rojnamevan tên girtin, çapemeniya muxalif tê qedexekirin."    * Yek ji bajarên ku ji ber vîrûsa coronayê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye jî Zongûldak e, ji lewre li vê bajarî nexweşînên kezebê û hewa qirêj zêde ye. Welatiyan bal kiaşnd ser kêmasiya di warê xizmeta tenduristiyê de û xwestin qedexeya derketina derve bê îlankirin.    * Hevserokê ANYAKAY-DER'ê Şeyhmûs Işik, diyar kir ku ji ber şewba coronayê fikarên wan ên ji bo tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne û ji bo tenduristiya Ocalan xwest rojek berî rojekê gav bên avêtin.    * Serokê Şaxa ZMO ya Amedê Samed Ûcaman, anî ziman ku bihabûna fiyetên gubre û dermanên çandiniyê bandoreke neyînî li cotkaran dike û ji bo desteka tovan ku Wezareta Çandiniyê tenê dide cotkarên 21 bajaran jî got, ev yek nayê qebûlkirin.    * Aborîzan Ozgur Muftuoglû, diyar kir ku li dijî şewba coronayê herî pir ne ji bo tenduristiyê, ji bo çekdarîbûnê budçe hatiye veqetandin û got: "Tirkiye, divê hem di nav xwe de hem jî bi cîranê xwe re aştiya civakiyî pêk bîne. Ancax bi vî awayî ew budçeya ji bo çekdarîbûnê tê veqetandin ji bo tenduristiyê bê xerckirin."    * Li Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" dozeke din jî hat vekirin.    * Emdamê Meclîsa Ekolojiyê yê HDK'ê Cemîl Aksû, diyar kir ku ji ber vîrûsa corona (Covît-19) bêtir mirov dikeve nava lêgerîn û lêpirsînê û wiha got: "Ji bo çareseriyek mayinde pêdivî bi pergalek ekolojîk û jiyanek nû heye. Divê ji bo çareseriyê Pergala li Rojava wekî mînak bê girtin.   * Serokê Şaxa Bîrleşîk Metal-Îş'ê ya Gebzeyê Selçûk Çîftçî, destnîşan kir ku di pêvajoya şewba coronayê de li fabrîkeyan dvê hilberîn bê rawestandin û derxistina ji kar bê qedexekirin.    * Seroka TKDF’ê Canan Gullu, diyar kir ku di dema bangên “Di malê de bimînin” de li gorî danayên xetên îxbaran tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye û ji ber negirtina bergiriyan rayedarên hikumetê rexne kir.