Ji bo xwişk û birayên girtî û nexweş gazî kir: Hûn ê ji bin vî barî dernekevin 2020-04-09 09:01:58   MÊRDÎN - Mehmet Emîn Gezer ku di êrîşeke DAIŞ'ê de birayê wî jiyana xwe ji dest da û ew felcî bû, xwişka wî û birayeyk wî jî bi salan e di girtîgehê de ne. Gezer, diyar kir ku xiwşk û birayê wî bi xetereya şewba coronayê re rû bi rû ne û ji bo qanûna înfazê ya nû jî bang kir, got: "Hûn ê nikaribin ji bin vî barî derkevin."    Li meclîsê hevdîtinên ji bo sererastkirina qanûna înfazê didomin. Her wiha bertekên xizmên girtiyan ên li dijî vê qanûna ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatiye kirin jî didomin.    Yek ji van malbatan jî li gundê Xelîla yê Kerborana Mêrdînê malbata Gezer e. Ferdekî vê malbatê bavê zarokekî Bîlal Gezer, di sala 2014'an de di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê yên li dijî êrîşa DAIŞ'ê ya li Kobaniyê pêk hatibûn jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha di heman Çalakiyê de Mehmet Emîn Gezer jî birîndar bibû û niha felcî ye. Ji malbatê Garîbe 4 sal û Haşim jî 3 sal in girtiye. Garîbe Gezer a 27 salî di 3'yê Adara 2016'an de gava ji bo birayê xwe yê xwendekar bibîne diçû Kutahyayê ji ber lêpirsîneke der barê wê de tê binçavkirin û paşê tê girtin û 21 sal ceza lê hatiye birîn. Garîbe ya nexweş niha di Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê de ye. Haşim Gezerê 40 salî jî di 4'ê Adara 2017'an de hatiye girtin. Zewicandiye û bavê 6 zaroka ye. Niha di Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê de ye û 22 sal ceza lê hatiye birîn. Di dema çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gardiyanan lê xistibû û ji ber vê parxanên wî şikiya bûn û emeliyat bûbû.    DEST DANÎN SER DESMALÊN WAN Û PEÇETEYÊN WAN    Haşîm, bi telefonê bi malbata xwe re axiviye û aniye ziman ku nikarin amûrên paqijiyê peyda bikin û gotiye: "Min hin desmalkên şil û peçe ji hevalên xwe stendibûn, lê belê vê hefteyê di avêtina ser qawîşê de dest danîn ser wan jî."    Garîbe jî telefonî malê kiriye û wê jî gotiye: "Amûrên paqijiyê nadin û gardiyanên tên hucreyan jî bê maske û lepik tên."    'HÛN Ê NIKARIBIN JI BIN VÎ BARÎ DERKEVIN'    Mehmet Emîn Gezer ji bo xwişka xwe û birayê xwe yê girtî gazî kir û got, dê û bavên wî jî nerihet in. Gezer, anî ziman ku xwişka wî û birayê wî her du jî sewqî bajarine dûr hatine kirin û ji ber rewşa wan a aborî nebaş e pir nikarin wan bibînin. Gezer, bal kişand ser qanûna înfazê û got: "Ev sererastkirin li dijî rêgeza wekheviyê ye. Divê qanûn ji bo her kesî wkehev bin. Heger ev qanûn bi vî hawî bê qebûlkirin, xwişka wî û birayê wî jî di nav de wê bi hezaran girtî ber bi mirinê ve bên şandin. Gazî parlementeran hemûyan, gazî Wezareta Dadê û hikûmetê dikim. Heger ev qanûn neyê guherandin û daxwazên gel esas neyên girtin hûn nikaribin ji bin vî barî derkevin."    MA / Ahmet Kanbal