‘Tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye’ 2020-04-09 09:05:12   STENBOL - Seroka TKDF’ê Canan Gullu, diyar kir ku di dema bangên “Di malê de bimînin” de li gorî danayên xetên îxbaran tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye û ji ber negirtina bergiriyan rayedarên hikumetê rexne kir.   Li Tirkiyeyê ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) bangên “Di malê de bimînin” dewam dikin. Ji ber pêvajoya malê de mayînê weke gelek welatên cîhanê li Tirkiyeyê jî tundiya li dijî jinên zêdetir bû. Li gelek welatan danayên tundiya li dijî jinê hatin girtin û raporên wan bi raya giştî re hatin parvekirin. Li hin welatan jî ji bo pêşîlêgirtina tundiyê bergirî hatin girtin. Li Tirkiyeyê jî, hikumet ji bilî daxuyaniyên “em bergiriyan digirin” tiştek din ji bo pêşîlêgirtina tuneyê nake û derbarê girtiyan bergiriyan de jî heya niha tiştek bi raya giştî re parve nekiriye. Di rapora meha Adarê ya Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KDCC) de 29 jin hatin qetilkirin, 21 ji van jinan di dema şewbê dest pê kir de, hatin kuştin.   Seroka Federasyona Komeleyên Jinan ên Tirkiyeyê (TKDF) Canan Gullu, asta tundiya li dijî jinê ya di dema şewbê de li Tirkiyeyê derket holê, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.   ‘TÛNDÎ JI SEDÎ SED ZÊDE BÛ’   Gullu, diyar kir ku ji rojên ku şewbê dest pê kiriye, li Tirkiyeyê bi her wayî tundiya li dijî jinê zêdetir bûye û wiha axivî: “Di encama îxbarên ji me re hatin de, tundiya li dijî jinê ji sedî sed zêde bûye. Li gorî vê tundiya fîzîkî ji sedî 80, tundiya derûnî ji sedî 93 û jinên ji ber tundiyê serî li stargahan dane ji sedî 78 zêde bûye. Teblîxên ixbarên cîran ku berê qet ji me re nedihatin niha ji sedî sed zêde bûne û hejmara jinên ku alîkariya hiqûqî nagirin jî ji sedî 96 zêde bûne. Yekemîn careke ku em rastî hejmarek wiha tên. Ev rewşek pir xetenake û em niha tabloyek wiha re rû bi rû ne.”   ‘SER ÎSTÎSMARÊ DIGIRIN’   Gullu, da zanîn ku di vê pêvajoyê de derbarê îstîsmara zayendî de heya niha tu îxbar nehatine kirin û wiha got: “Ev rewş bere di nava malbatê de dihat veşartin. Krîza aborî û bêkarî, tundiya li dijî kûrtir dike. Li gorî fikra min ser îstîsmara zayendî tê girtin. Di rewşekê wiha de derxistina qanûna înfazê, fikaren mezin dide avakirin. Zilamên sûcdar wê bên berdan û dîsa biçin malên xwe. Ev yek dide nişandan ku em bi tabloyek pir xirab re rû bi rû ne.”   ‘PIŞTEVANIYA JINÊ DIDE JIYÎN’   Gullu, dest nîşan kir ku jinên rastî tuneyê bên teqez divê serî li rêxistinên jinan bidin û wiha domand: “Encex bi piştevaniya jinê em karibin vê pêvajoyê derbas bikin. Weke federasyon em dixwazin ji bo jinên rastî tundiyê tên, cihê ku karibin lê bimînin amade bikin. Ji bo vê me li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi xwediyên otelan re hevdîtin kirin.”   Gullu, di dawiya axaftina xwe de bergiriyên ku divê hikumet bigire wiha rêz kirin: “*Divê li her bajarekê nexweşxaneyeke ku jinên rastî tundiyê tên serê lê bidin, bê diyar kirin.   *Divê Alo 183 bi awayekê aktif bê bikaranîn.   *Divê planên rewşên lezgîn ê ewlekarî û tenduristiya jinan bixin bin garantiye bên amadekirin.   *Divê stargeh baş bên paqijkirin. Teşhîsa koronayê bê kirin. Jinên gumana korona bi wan re heye bên parastin.   *Divê jinên rastî tundiyê tên cara duyemîn neyin mexdûr kirin û ji bo van jinan paketên alîkariyê yên nû bên amadekirin.   *Divê saziyên jinan ên li dijî tundiyê li qadan dixebitin, beşdarî Lijneyên Pandemî yên hatine îlankirin bibin.”   MA / Semra Tûran