Ji bo penaberan banga piştevaniyê 2020-04-09 10:22:06   ENQERE - Endamê Komeleya Cîhan Mala me ye Levent Ayaşlioglu, diyar kir ku penaber li dijî vîrûsa corona bê parastin in û bang li rayedarên dewletê û rêxistinên civakî yên herêmî kir ku piştgiriyê bidin penaberan.    Ji ber vîrûsa corona (Covid-19) li tevahiya cîhanê belav dibe, yek ji beşa civakê ya ku herî zêde di bin talûkeya vîrûsê de ye bi milyonan penaberên bê cih û bê war in. Di cîhanê de herî zêde penaber li dijî vîrûsê bê parastin in. Li Tirkiyeyê nêzî 4 milyon û 500 hezar û li Enqereyê jî zêdeyî 100 hezar penaber dijîn. Penaberên li Tirkiye dijîn piranî di nava şert û mercên herî giran û xerab de dijîn û li dijî vîrûsê bê parastin in. Têkildarî rewşa penaberan Endamê Komeleya Cîhan Mala me ye Levent Ayaşlioglu, diyar kir ku penaber li dijî vîrûsa corona bê parastin in û bang li rayedarên dewletê û rêxistinên civakî yên herêmî kir ku piştgiriyê bidin penaberan. Ayaşlioglu, anî ziman ku bi rêk û pêk malbatên penaberan ziyaret dikin û gelek ji wan di sînorê birçîbûnê de dijîn."     Ayaşlioglu, da zanîn ku li Enqereyê gelek penaber bê qeyd in û wiha got: "Penaber ji gelek mafên xwe bêpar dijîn. Niha bêtir di şertên zahmet de dijîn. Saziyên dewletê piştî şewb belav bû hemû deriyên xwe girtin û niha penaber bêtir zor û zahmetiyan dijîn. Beriya Şewbê em li Baroya Enqereyê dixebitîn. Me ji bo wan biryarên tedbîrê digirtin. Lê em êdî ji ber şewbê nikarin vê yekê pêk bînin. Piştî vîrûsê xebatên ji bo penaberan bi temamî rawestiyan. Divê berî her tiştî li penaberan malzemeyên parastinê û yên paqijiyê bêne belavkirin. Parazvanên mafên mirovan û şaredariyan ketin nava hin hewldanan. Lê pir hêdî dimeşe. Heta ku em û gel bi hevre dest navêjin vî karî ez bawer nakim ku pirsgirêk çareser bibe. Bi lez pêdiviya hem welatiyên xizan û hem jî penaberan bi alîkariyê heye. Divê her kes li taxa xwe li çareseriyê bigerin û bi penaberan re piştevaniyê bikin."    EM PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN   Ayaşlioglu, xwest ji bo penaberan piştevaniyê mezin bikin û xwest herî her tiştî di qada herêmî de li hev kom bibin û bi hevre karibin kooperatifan ava bikin û got: "Di vê pêvajoya ku her kes mohtacî her kesî ye divê em piştevaniyê xurt bikin. Divê hêzên herêmî dest dirêjî hemû penaberan bikin û bi lez alîkariyê bidin wan."    MA / Emrullah Acar