Li Navçeya Nisêbînê kesekî din bi corona can da 2020-04-09 10:27:09   MÊRDÎN  - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê Mehmet Emin Kaplan ê bi şewba vîrûsa corona (Covît-19) ketibû jiyana xwe ji dest da.    Li Navçeya Nisêbînê welatî Mehmet Emin Kaplan (60) yê ji ber şewba vîrûsa corona li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Malbat û xizmên Kaplan piştî bûyer bihîstin, li pêş mala Kaplan kom bûn û derbasî Goristana Hecacê bûn û li vir Kaplan defin kirin. Piştî bûyerê malbata Kaplan jî bo tedbîran xistin qarantînayê.    LI MÊRDÎNÊ 6 KES BI VÎRÛSÊ MIRIN   Li gel Kaplan, heta niha 6 kesan li Mêrdînê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Li Nisêbînê 2 kesan, li Qoserê 2 kesan, li Midyad û Artûkluyê jî kesekî bi giştî 6 kesan bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.