Tê xweztin ku ser cînayeta Gulistan Dokû bi “întîharê” bê girtin 2020-04-09 11:32:40 DERSIM – Ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû 96 roj in agahî nayê girtin. Bi lêpirsîna bi nîqaş ku derbarê bûyerê de tê meşandin re ji aliyê rayedaran ve tê xwestin ku ser “cînayetê” bi “întîharê” bê girtin. Ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû (21) ji 5’ê çileyê ve agahî nayê girtin. Ji xebatên lêgerînê yên ku bi mehan e ji bo dîtina Dokû tên kirin, tu encam derneketin. Tê gotin ku lêpirsîna derbarê bûyerê tê kirin, bi bandor nayê meşandin û li ser vê gelek nîqaş tên kirin. Rêxistinên sivîl û xwendekar pirsa xwe ya “Gulistan Dokû li kudere?” didomînin. Hemû gumanên bûyerê hevalê Dokû Zaînal Abarakov nîşan didin. Li bajar herkes dizane ku Dokû bûye qurbanê cînayetê. Lê ji ber ku bavê Abarakov polis e, ji aliyê rayedaran ve bûyer weke “întîharê” tê nîşandan.   DIXWAZIN KU BI MALBATÊ JÎ BIDIN QEBÛLKIRIN   Bi van hemû agahiyan re malbata Dokû, bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Waliyê Dersimê, Midurê Emniyetê yê Dersimê û dozgerê ku lêpirsînê bi rê ve dibe re hevdîtin pêk anî. Rayedaran, timik ji malbatê re ragihandin ku ew li Dokû digerin û wê bibînin û eleqeya Zaînal Abarakov bi bûyerê re tuneye û xwestin ku bi malbatê jî bidin qebûlkirin ku Dokû întîhar kiriye. Lê li gel vê yekê jî 96 roj in agahî ji Dokû naye girtin.   JI PARÊZERÊ MALBATÊ DAXUYANÎ   Parêzerê Malbata Dokû Alî Çîmen, têkildarî angaştên di nûçeyan de tên kirin ku Dokû întîhar kiriye daxuyaniyek weşand. Parêzer Çîmen, diyar kir ku lêpirsîna derbarê gumankar Zaînal Abakarov û malbata wî de didome û wiha got: “Daxwazên me hê nû ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hatine qebûlkirin. Angaştên întîharê ne li gorî dosyaya lêpirsînê ne û ev angaşt dibin sedemê xemgînbûna malbata Dokû. Her çawa hatibe nivîsandin, di îfadeyê hevalê Dokû (D.Î) yê zanîngehê yê li emniyetê de hatiye nivîsandin ku Dokû gotiye, ‘Min tenê nehêlin, ez xwe ne baş hîs nakim, diçim xwe davêjim Mûnzûrê’. D.Î. çûye dozgeriyê û bi awayekî aşkera gotiye ku daxuyaniyeke