Li Sûrê avahiyek xistin qarantînayê 2020-04-09 12:33:16   AMED – Li navçeya Sûrê ya Amedê, avahiya ku testa 2 kesên lê pozîtîf derket, kirin bin qarantînayê.   Li taxa Îskenderpaşa ya navçeya navendî Sûrê ya Amedê, avahiyek kirin bin qarantînayê. 2 welatiyên ku li avahiyê diman, testên wan pozîtîf derketin. Li ser vê yekê rayedaran avahiya Nûr a li taxê ku ev her du kes le diman, kirin bin qarantînayê. Li avahiyê xebatên dezenfektekirinê tên kirin û ketin û têketina wê jî bi kontrol berdewam dike.